Hikumeta Myanmarê sîstema federal qebûl kir

 

 

Hikumeta Myanmarê di hevdîtinên bi komên etnîk ên çekdar re qebûl kir ku sîstema federal li welat damezrîne.

Serokê Tîma Kordînasyona Agirbesta Neteweyî Naing Han Tha di derbarê vê mijarê de da xuyakiririn ku “hikumet daxwaza damezrandina Yekitiyeke Federal ku komên etnîk ên çekdar demeke dirêje daxwaza wê dikirin, qebûl kir.”

Han Tha got ku mijara federalîzmê astgengiya herî mezin a li hember pêkanîna çarçoveya agirbestê bû lê niha ji ber ku hikumet di vê mijarê de bi komên etnîk re li hev kir, wê hevdîtin ji niha û pê ve baştir bimeşin.

Tê ragihandin ku hikumet cara ewiliye di hevtîdinên dûvedirêj de soza damezrandina federalîzmê daye û wê vê yekê bandoreke erênî li ser hevdîtinên aştiyê bike.

Navenda Aştiyê ya Myanmarê jî da xuyakirin ku wê hevdîtinên bê yên di navbera hikumet û komên etnîk de di 18’yê Îlonê de bê lidarxistin.

Tê diyarkirin ku hikumet li bendeyê ku peymana aştiyê ya neteweyî di meha Îlonê de îmze bike û di nava mehên piştî vê peymanê de bi komên navborî re dest bi diyaloga polîtîk bike.

Li Myanmarê hikumeta sivîl ku di 2011’an de hat ser kar bi piraniya komên etnîk re peymana aştiyê îmze kir û hevdîtinên di asta neteweyî ya ku hemû komên etnîk beşdar dibûn da destpêkirin. Digel hevdîtinên aştiyê jî niha di navbera Artêşa Serxwebûna Kaçînê (ASK) û Artêşa Rizgariya Neteweyî ya Ta’angê de hîn jî didomin

Komên etnîk ên Myanmarê ji dema serxwebûna welat a piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn û vir ve daxwaza sîstema federal dikirin lê hikumeta leşkerî ya kevn herdem çi pêşiya vê daxwazê disekinîn.

Çavkanî: Rfa.org

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hong Kong: Ji bo civakeke cihê paşxaneya nasnameyeke xwerû

    Protestoyên ji bo demokrasiyê li erdeke ku 150 sal in di riya xwe …