Hevşaredar bi rayedarên KONGREyê re

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Hatîce Çoban û Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Febrûniye Akyol, li Brûkselê bi rayedarên Kongreya Rêveberiyên Xwecihî ya Konseya Ewropayê (KONGRE) re hevdîtinek pêk anîn.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Hatîce Çoban û Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Febrûniye Akyol, li Brûkselê bi rayedarên Kongreya Rêveberiyên Xwecihî û Herêmî ya Konseya Ewropayê (KONGRE) re hevdîtinek pêk anîn.

Hevdîtin bi Serokê Meclisa Rêveberiyên Xwecihî Andres Knape, Serokê Meclisa Herêman Gudrun Mosler Tornstrom û Sekreterê Giştî Andres Kisfer re hate kirin û pêşveçûnên li herêmê hatin nirxandin. Di hevdîtinê de zextên li ser rêveberiyên xwecihî, şaredarên girtî û ji kar hatine girtin, bipêkirina mafên mirovan û di encama pevçûnan de pêla koçberiyê hate helsengrandin û bi ser tevdîran axiatin hatin kirin. Andres Knape, diyar kir ku ev alozî ancax bi destpêkirina pêvajoya çareserî û aştiyê ji holê rabe û got ku ew ê di Konseya Ewropayê de di vî warî de pêşniyaran li Tirkiyeyê bikin.

Bal kişand ser şaredarên girtî

Di hevdîtinê de Hevşaredar Gultan Kişanak bi bîr xist ku 24 şaredar ji wezîfeyê hatine girtin û ew niha di zindanê de ne û behsa binpêkirina mafên mirovan kir. Kişanak got ku divê saziyên têkildar ên Ewropî li ser vê yekê biaxivin. Di encama hevdîtinê de KONGREyê biryar e ku ji bo sehkirina bûyeran li cihê wê ew ê şande û lijneyên xwe bişînin deverên şer û pevçûn lê heye.

Piştî wê Kişanak di Dîrektoriua Giştî ya Hawar û Alîkariya Mirovîn a Komîsypna Ewropayê de hevdîtin pêk anîn. Berpirsê Rojhilata Navîn û Rojhilata Ewropayê yê Dîrektoriyê Herve Delphin, diyar kir ku ew mesaiyeke zêde bi pêla koçberiya ji Sûrîyê bo Tirkiyeyê dikin û got ku ligel vê ew bala xwe didin ser koçberiya navxweyî jî.

Jêder: Diyarbakir.bel.tr

infowelat.com

Li vê jî binêre

Em hemû nîvco ne

Hevpeyvîn: Ronî Riha Sibeyekî dema diçûm dibistanê, li ber çavên min hema du sê mêtro …