Hevpeyvîna bi şaredarê meha Cotmeha 2014’an Celia Wade Brown re

 

 

City Mayors: Koka Partiya Kesk a Zelandaya Nû heta Partiya Rûmetan ku di 1972’an de  hatiye damezrandin diçe. Çi bû sebeb ku we di dewsa Partiya Neteweyî an Partiya Kedê de ku her du jî du partiyên sereke yên welatê we ne , biryara beşdariya ji bo Keskan da?

Şaredar Wade-Brown: Beriya ez bibim endamê partiyeke siyasî, ez beşdarê çend çalakiyên antî-nukleer bûm û ez li dijî çandiniya febrîqeyê û hilweşîna cihêrengiya biyo derketim. Dema min piştî zayina zarokê min ê pêşiyê paqijiya plajekê birêve dibir, ez rastî endamekî meclîsa bajêr ê ji Keskan hatim. Dema me li ser armancên xwe yên pêşerojeke baştir nîqaşê kir, wê pêşniyaz kir ku ez beşdarê konseyê bibim. Min bala xwe da prensîbên aqlê Kesk-Ekolojîk, edaleta sosyal, demokrasiya ji jêr ve û bêşîdetiyê û min dît ku ew û rûmetên min li hev dikin.

Dema min ji bo şaredariyê biryar da, min xwest ku nîşan bidim ez dikarim konseyeke ku xwedî nêrînên cudane birêve bibim. Hin ji van nêrînan bi eşkereyî yên Partiya Kedê ye û hin ên din serbixwe ne an nêzîkî Partiya Neteweyî ne. Min xwest nîşan bidim ku kî hikumeta neteweyî birêve dibe bila bibe, ez dikarim pê re bixebitim. Ji ber vê yekê min di 2009’an de bi awayekî fermî dev ji endamtiya Partiya Kesk berda. Gelek partî xwedî hin hêmanên polîtîkaya baş in û di asta lokal de mirovên xwedî îdeolojiyên cuda dikarin li ser bersivên pratîk ên li ser meseleyên bajêr bixebitin. Dîsa min di heman demê de xwest ku bi awayekî rasterast hesabê bidim gelê Wellingtonê.

City Mayors: Hûn û hevalên we di dema yekemîn a xebata xwe de mecbûr man ku bi rexneyên hikumeta navendî ya li dijî bajêr re rû bi rû bimînin. Di heman demê de nîqaşeke bi serokê konseya herêmî re jî derketin holê. Hûn bawer dikin ku pêşniyazên niha yên ji bo başkirina rewşa bajêr wê pêş de biçe û hevkariya bi astên din re wê bi van projeyan baştir bibe?

Şaredar Wade-Brown: Baweriya min bi qabîliyeta xebatkarên meclîsa bajêr û hevparên me yên bi sektora taybet a ji bo van projeyan –Nêrînên Mezin ên me-: navenda çalakiyên wekî konferans û civînan, museya fîlman, saloneke konserê, qadeke ji bo çalakiyên girseyî ya 12,000 kesî, ciyekî teknolojîk a ji bo çandiniya ekonomiyeke ne giran- heye.

Meclîsa Bajêr, Konseya Herêmî û Saziya Çûnûhatinê ya Zelandaya Nû bi me re li hev kirin ku ji bo Çûnûhatina Bilez a Otobusê, pêşxistina rê û bisikletvaniyê bi me re bixebitin. Soza hikumetê ya dawî ya ji bo bisikletvaniyê (di çar salan de ji bo riyên bisikletan 100 milyon dolar) nîşan dide ku ew nêzîkbûneke ku hemû kesan digire nav xwe ya ji bo çûnûhatinê pêş dixin. Hîn bêaramî heye û di derbarê du astên hikumeta lokal a di nava nifûseke ne zêde de hin îhtirazên min hene.

celia2 copy2

City Mayors: Serokwezîrê Zelandaya Nû saleke berê got ku Wellington ji aliyê aboriyê ve dimire. Bi rastî, têkiliyên di navbera hikumet û meclîsa bajarê Wellingtonê de qasî demekê sar e. Planên we yên aboriyê yên ji bo bajêr çi ne û hûn ji hikumetê ti alîkariyê hêvî dikin?

Mayor Wade-Brown:  Li Zelandaya Nû di ware pêşxistina rêgez, butçe û bernameyeke pêwîst  de konsey xwedî xweseriyeke berfireh in. Lewma kî li îktîdarê dibe bila bibe ez dikarim gelek xebatên pêşverû yên erênî bikim. Ez bi rêvebirên payebilind ên hikumetê re nîqaşa transfera erdeke girîng a hikumetê ya ji bo şîrketekê ku bi awayekî hevpar hatiye peywirdarkirin li wir şox û şeng, cihêrengiya biyo, kelepûra leşkerî pêş bixe, nîqaşê dikim. Ez û Wezareta Îskanê li hev kirin û ji bo qadên pêşketinê yên li Wellingtonê Peymana Îskanê îmze kirin. Eger hikumeteke cuda bê hilbijartin, em ê di derbarê standardên kirê yên îskanê de bikaribin bilez pêş de biçin. Bi armanca ku em hikumetê ji bo seferên rasterast ên ber bi metropolên mezin ên Asyayê re îqna bikin, divê em bêtir bixebitin. Ez fikaran dikim ku şîrketa hewayî ya ku dewlet yek ji hevparên wê ye dikare xisarê bide berjewendiyên vê herêmê.

City Mayors: Serokê Rêvebiriya Lokal a Zelandaya Nû Lawrence Yule bi mebesta xurtkirina pêşketina aboriyê ya li her aliyê Zelandaya Nû –li Zelandaya Nû ya ji bajar, herêm û wîlayetan pêk tê- bang li hikumeta nû kir ku stratejiyeke neteweyî bimeşîne. Bi mebesta pêşketinê teşwîq bikin û bi rengekî tevbigerin da ku bajarok û bajarên biçûk ji pêşketine bi awayekî wekhev îstifade bikin, bajarên li welat dikarin çiqas bi hev re bixebitin?

Şaredar Wade-Brown: Şaredarên me yên bajarên metropol û CEO bi hev re li ser polîtîkayên ku di nava wan de îskan, pêşketina herêmî û koçberî jî hene û bandore li rêvebiriya lokal dike, dixebitin. Pêşketina nayê kontrolkirin a li Auclandê bi riya teşwîqkirina koçberiyê ber bi navendên din ve dikare di lehê Zelandaya Nû de bê çareserkirin. Em di derbarê delegasyonên li derveyê welat û rêberên ku sektora kar teşwîq dikin, agahiyan parve dikin. Ez û şaredar Len Brown li Sîngapûrê beşdarê platformekê bûn. Bajarên me ji hev cuda ne û her du jî xwedî cazîbene. Berfirehkirina balafirgeha Wellingtonê wê ji bo South Islandê jî baş be. Riya bisikletê ya Rimutaka û projeya Paytexta Bisikleta Çiya wê ji bo dîtina riyên me yên muhteşem –ji Parka Bisikleta Çiyê ya Makarayê ku deh deqîqe ji CBD’yê dûrtir e heta riyên adrenalîn ên Akatarawa û Wainuiomatayê dirêj dibe-  tûrîstan bîne. Xebata bi karên wekî Shimano yên li ser bingeha bajarên me yên xwişk û bira Sakai bilind dibe, wê girîngî û dîtbariya  me ya navneteweyî zêdetir bike.

wellington

City Mayors: Hûn bawer dikin ku çûnûhatina gelemperî ya li Wellingtonê pir buha ye. Raporekê nîşan dide ku li wir bi bisikletê an meşê çûyina ser kar pir populer bûye lê bikaranîna çûnûhatinê gelemperî kêm  bûye.  Bi rastî ji aliyekî ve Wellington di ware bikaranîna formên jiyanbar a çûnûhatinê de li welat serî dikişîne lê li aliyekî din jî li herêmê rêjeya kesên ku bi riya çûnûhatina gelemperî, bisikletan an bi meşê diçin ser kar di 2006’an de ji % 34.5’an sala borî derketiye ji % 37.6’an. Hûn ê bi armanca ku zêdetir Wellingtonî û kesên di navbera mal û karên xwe de diçin û tên ên li qadên li dora bajêr ji çûnûhatina taybet derbasî çûnûhatina fermî bibin, çawa wan îqna bikin?

Şaredar Wade-Brown: Me bi awayekî xurt Konseya Herêmî ya Wellingtonê teşwîq kir ku buhayê çûnûhatinê kêm bike û wan îsal qebûl kirin ku buhayê wê zêde nekin. Em plan dikin ku zêdetir şerîdên riyan ji bo otobêsan veqetînin û riyên elektrîkê yên otobêsan amade bikin. Statîstîkên bajarê Wellingtonê ji aliyê mayî yê herêmê cudatir in. Çûnûhatina aktîf (bi meşê, bi bisikletê, bi xwe şemitandinê hwd.) ji bo kesên di navbera mal û karên xwe de diçin û tên û ji bo xwendekaran bi awayekî balkêş zêde bûye. Ji % 38’ê xwendekarên dibistanên seretayî dimeşin dibistanê û ji % 27’ê Wellingtoniyên di navbera mal û kar de diçin û tên dimeşin navenda bajêr. Ji % 28’ê welatiyan bi otobusan, ji % 6 bi trênan û ji % 4 bi bisikletan diçin ser kar. Statîstîkên mikemelin ev!

Me butçeya xwe ya bisikletvaniyê sê qat zêde kir û em ê ji bo mirov bikaribe di tarîtiyê de an di berbangê de bi rengekî ewle bimeşe, lembeyên riyan nû bikin. Hunera kolanan, pêşketina biaqil a bajêr û meşa mirovan me di parzemîna Awistralyayê û derdora wê de dike bajarê ku herî zêde dimeşe.
City Mayors: Hûn di heman demê de bawer dikin ku Wellington ciyekî pir buha ye. Ji bo kesên xwedî aboriyeke qels zêdekirina derferên îskana erzan kîjan planên bajêr hene?

Şaredar Wade-Brown: Em portfolyaya îskana civakî ya girîng a xwe didomînin û bi kirêciyên xwe re bi gelek riyan eleqeder dibin. Xurtkirina ji bo erdhejê, modernkirin, îzolasyon û dîzayna ku mirov di navendê de ye sîstema me ya îskana civakî ji ciyên bêhêvîtiyê guherand xaniyên mirov dixwazin.

City Mayors: Şaredarê herî navdar ê New Yorkê Fiorello La Guardia carekê gotibû “Şaredarê ku nikare pêncî an heftê salên bê bibîne, heq nake ku li meclîsa bajêr rûnê.” Hûn pêşeroja Wellingtonê çawa dibînin?

Şaredar Wade-Brown: Guherîna îklîmê, guherîna teknolojiyê û guherîna demografyayê çend ji mijarên herî zêde diguherin ên li pêşiya me ne. Lewma qabîliyeta me yê hereketê û adaptebûna me tiştekî krîtîk e. Em ji bo karesatên xwezayî ên wekî erdhej û tsunamî bi civakî hereket dikin û qabîliyeta xwe yê hereketê ava dikin. Naveroka bajarekî civakî ku ji aliyê civakî, aborî û fîzîkî ve xwedî qabîliyeta hereketê ye, zelal e. Ji ber ku dema mirov xwezayê dixe nava jiyana rojane, mirov ji vê feydeyê dibîne.

Armanca min bajarekî ku li ser wê çûnûhatineke aktîf tê kirin, binesaziya wê destûrê dide teknolojiyên baqil û di nava dilê wê de hemû mirovên xwedî her cure qabîliyetê û ji etnîsîteyan cî digirin e. Em dixwazin bibin bajarekî dostê zarokan û bajarekî baqil. Di deh salên dawî de me hatina xwe ya aboriyê bilindtir kir, me nîfûsa xwe bilind kir û sergo, av û emîsyona dûman û gaze kêm kir. Afirînerî û zanista me, huner û perwerdeya me, avantaja fîzîkî û fiîlî ya me wê Wellingtonê di pêncî salên bê de bike lîderê cîhanê.

Navê vîzyona me “Ber bi 2040’an ve: Paytexta Baqil”e. Ev, Peymana me ya ku ji du çandan pêk tê ya du sed salî ku di navbera maoriyên niştecî û brîtanyayiyên paşê hatine de bûye bingeh, ji xwe re referans dibîne û armanca wê pêşerojeke pirçandî ye. Girîngiya çanda me û hesta mayina li ciyekî ku her ku diçe ji bo nifşekî di asta global de di nava hereketê de ye, girîng dibe. Lewma razemeniya me ya di ware avahiyên kelepûrî ya ji bo ewlehiya bîranînên bajarê me mijarekî bingehîne. Bi tenê bi riya bihevgirêdana paşerojê û adaptebûna ji bo pêşerojê wê bala mirovan ji bo vê paytexta muhteşem a li aliyê herî başûr ê cîhanê ye bê kişandin.
———————

Vê hevpeyvîna ku ji aliyê Tann vom Hove and Brian Baker ve hatiye kirin di 06.10.2014’an de di malpera Citymayors.com de hatiye weşandin. Hevpeyvîn ji îngilîzî hatiye wergerandin û kurtkirin. Ji bo xwendina hemû hevpeyvînê binêrin: http://www.citymayors.com/mayors/wellington-mayor-wade-brown.html

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …