Heterotopîa dest bi weşanê kir

 

 

 

Kovara Heterotopîa, cihê xwe yê di nav refên edebiyatê de bi niqurçkan vedide û dikole. Di Payiz’ê de hejmara 2’an derket û wiha dixuyê ku ew ê xwe hîn rakişîn e.

Kovara Heterotopîa di bin banê “Weşanên Na” yê, li Îzmîr’ê, derdikeve. Kovareke demsalî ye. Heterotopîa di naveroka xwe de 3 beşan di hewîne: Beşa çîrokan, beşa wergeran û beşa rexneyan ligel van di mijarên taybet de dosya jî xwe carina lê zede dike. Her beşek ji alî edîtorekî / ê tê amadekirin û  di her hejmarê de jî edîtorên cuda peywir distînin. Ji  aliyê xebat û organîzasyona gelemperî jî edîtorek koordine dike. Kovar ji alî sekna xwe tenê ciwanan dihewîne: hem ji alî xebatan hem jî ji alî nivîsan. Meksedavê yeke jî ji bo ji nivîskarên ciwan re bibe derfet û ji bo bi vê enerjiya ciwanan re cihokeke nû li ber edebiyatê ve kole. Ji ber ku aniha edebiyat, di gola xwe de ve digevize û her di çeşolî dibe loma jî ji bo av lê zelal bibe divê rê lê bê vekirin. Ev jî armanca Heterotopîa’yê ye.

‘Bes derdê me edebiyat e’

Ji bo felsefe ya kovara Heterotopîa Edîtorê kovarê Ehmed Belek wiha dibêje: “Heterotopîa, berovajî utopî a tevliheviyê dihebîne. Heterotopîa; rê û rêbazên li ber peyv û hevokan hildiweşîne, hevokên helbestî û orîjînal diparêze. Di derdora vê têgeha bingehîn em çend xortên ku qibleya wan edebiyat e civiyan ser hev, me hemû yan mejîdankên xwe vekirin û em ji xwe’r li cihekî geriyan. Di wê kêliyê de dengek hat ji goristanan û pirtûkxaneyan: Heterotopîaaa… Bes derdê me edebiyat e. Edebiyateke ji tu şexs, sazî û ramanî re xizmetê nake: tenê edebiyat, edebiyat, edebiyat… Na xwe me got edebiyata me jî bila bi şibe têgeha me, bila heterotopîk be: em çîrokên klasik ango folklarîk naxwazin, ji bo edebiyata Kurmancî ruyê xwe veguherîne dinyê em ê bixebitin. Belê, ev xebatek e.

‘Kovara Heterotopîa zaningehek e’

 Ji ber ku Kovara Heterotopîa zaningehek e em dibêjin xebat. Em ê divê zaningehê de hînî edebiyatê bibin û em ê ji Kur(d)inya’yê re qala edebiyatê bikin. Em ê bi destên xwe riye kê vekolin ku edebiyata Kurmancî gav bi gav ber bi dinyê ve bimeşe. Ji alî din Kovara Heterotopîa ne kovareke Kurd e, tenê galegalên Kurmancî ye.”

Nivîskarên kovarê

Li derdora vê dirûşmê pir xortên ezîz dest avêtên û ev kovar hilgirtin, hin ji wan: Gulsuma Demîr, Ferhadê Mihemed û bi taybetî jî Abdurrahman Aydogdu û Mahmut Ergul piştgirî danin kovara Heterotopîa. Kovara niha ji alî aborî bi saya weşanên na’yê li ser piyan e. Bi hejmara xwe ya Payiz’ê li bendeyi xwendevanên qewîn e.

Heterotopîa ji me re di  “Galegala Heterotopîk” de van tiştan di bêje:

 Merheba, Xwendevan / xwendekar / xwînerê nezîz (ev di şibe xwînê, min jê heznekir), Me got xwîn, em bi xwînê dest pê bikin. Em di meh aÎlonê de ne û qaso ev meha Aştiyê ya Gerdûnê ye. Qaso, di bêjim ji ber ku di meha aştiyê de em herb û mirin û xwînê pêşkêşî aştiyê dikin. Li hemû erdnîgarê de xwîna ciwanan dirije û dibe xwelî û di keve devê pîrên ziktirrêl; ew jî li meydanan dikin kewtekewt û girêza xwe di rijînin. Di bin lingên mirovan de viçe viça xwînê ye. Em jî wek nivîskar an wek hunermend, em qelema xwe dixwînê de dadikin û em dinivîsin: “Mirovan ji Kabîlê hov û vir ve bêhna xwînê stendine û har bûne, em hibira qelema xwe dirêjî ber bi pozê wan dikin ku bêhna mirovatî û aştiyê here wan; em di bêjin “edebiyat.”

 Me got edebiyat, em dîsa di Heterotopîa de hevîrtirsekî didin we ku hûn bikin havên û pê bimeyin. Di hejmera Payizê de bi dosyaya “Qeyranê” em derdikevin pêşberî we. Di dosyaya me de nivîskar û kedkarên edebiyata Kurd-mancîpirsên me bersivandine ku ez bawerim ev bersiv hûrik û girikên edebiyata Kurd dide ber çavan, bi xisûsî jî ev derdê me yê ku, em dibêjin em cihoka edebiyata Kurd bi guherin, vî derdî di bersivîne. Zaningeha Heterotopîa divê dosyayê de misyona xwe bi cih tîne. Ji alî çîrok û rexneyan de jî nivîskarên bi qedr û qîmet bi mijarên cuda (carina bi bêmijari yê), bi şêwaza cuda misyona me di selmînin. Diwarê wergerê de; ji Virgina Wolf, ji Hemingway, ji Poe, ji Sabahattin Alî, ji Sait Faik, ji Oguz Atay û ji Yusuf Atilgan bahra edebiyatê xwe dide ber me.

 Jêder: Özgür Haber

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …