Herêma xweser a Delineê tê damezrandin

Civake aborîcîn a Kanadayê ku ligel civakên din ên aborîcîn wekî Neteweyên Yekemîn tê naskirin, dike bibe xweser. Bi peymana Kanada û Delineê, ji 1 ‘ê Îlonê û şûn ve wê saziyên xweseriyê yên herêma Delineê ya li bakurêrojavayê Kanadayê dest bi kar bikin.

Rêvebirê Delineê Leonard Kenny da xuyakirin ku qanûna yekemîn ku wê meclîsa Delineê li ser nîqaş bike, fermîbûna zimanê slaveya bakur be. Bi vê qanûnê, wê zimanê herêmê ligel îngilîzî bibe zimanê fermî yê xebatên saziyên Delineê. Eger qanûn bê qebûlkirin wê li ser xebatkarên saziyên herêmê  ferze bibe ku bikaribin vî zimanî biaixin. Slaveya bakur ji aliyê ji % 70’yê civaka li herêmê tê axaftin.

deline2

Rêvebiriya xweser a Delineê piştî danûstendinên dûvedirêj ên di navbera hikumeta Kanada, hikumeta herêma Erdên Bakurêrojava û nûnerên lokal ên Delineê de hat qebûlkirin. Danûstendin 18 sal dom kirin û û piştî pêkanîna peymanekê, di 2014’an de li herêma Delineê refedandûma xweseriyê hat lidarxistin.

Herêma xweser a Delineê wê ligel hin qadên din, di warê ziman, çand, kevneşopî û perwerdeyê de bikaribe qanûnan qebûl bike û polîtîkayan bimeşîne.

Înfowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …