parlamentoya sirban li bosnayê

Herêma Sirbên Bosnayê biryara referandûmê girt

 

 

Endamên Parlamentoya Komara Sirb (Republika Srpska- RS) a li Bosna-Hersekê di warê “biryarên tên empozekirin a Nûnertiya Bilind”de biryara lidarxistina referandûmekê dan.

Di dengdayina di parlamentoyê de serokê komarê Milorad Dodik û 45 wekîlên sirb dengê erênî dan lê wekîlên boşnak ên ji koalîsyona “Niştiman” parlamentoyê terk kirin.

Pirsa referandûmê li ser pêşniyaza Dodik wiha hat formûlekirin:

“Hûn destekê didin empozekirina qanûnên derveyê destûra bingehîn û îlegal ên ji aliyê Nûnertiya Bilind a civaka navneteweyî, bi taybetî qanûnên li ser Dadgeh û Ofîsa Dozgeriya Bosna-Hersekê hatine empozekirin û tetbîqkirina wan li ser RS’yê ve hatiye ferzkirin?”

Serokê komarê Dodik da zanîn ku Peymana Daytonê û Destûra Bingehîn a RS’yê destûrê dide ku rêvebiriya komarê li ser erdên xwe referandûm li dar bixe.

Referandûma li ser mijarê piştî ku di ser weşandina wê ya di rojnameya fermî ya komarê de 50 roj derbas bibin, wê bê lidarxistin. Lê li ser riya lidarxistina referandûmê problemeke din heye ku divê heman biryar ji aliyê Konseya Gelan RS’yê ya li Bosnayê jî bê qebûlkirin. Lê ji niha ve diyare ku wê nûnerên boşnak ên di konseyê de li dijî biryarê dengên xwe bi kar bînin.Sprksa

Biryara Parlamentoya RS’yê ji aliyê nûnerên biyanî yên Ewropayê û DYA’yê yên li Bosnayê hat rexnekirin. Herwiha, herêmeke din a xweser a li Bosnayê ya bi navê Federasyona Boşnak û Hirwat a Bosna-Hersekê jî biryara referandûmê rexne kir. Nûnerên federasyonê diyar kirin ku biryareke bi vî rengî “êrîşeke li dijî serdestî û yekitiya dewletê ye.”

Republika Srpska kantoneke xweser a li Bosna-Hersekê ye ku di 1995’an de wekî erdekê Bosnayê hatiye naskirin. Nifûsa herêmê 1,326,991′ e (Serjimara 2013’an) û li herêmê zimanê sirbî, boşnakî û hirwatî fermî ne.

Înfowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …