Herêma îngilîzîaxêf a Kamerûnê wekhevîtiyê dixwaze

Li Kamerûnê bêaramiya li herêma îngilîzîaxêf di çend mehên dawî de zêde dibe. Ji sala 2016’an heta niha di pevçûnên di navbera hêzên herêmî û yên dewletê de gelek kes hatine kuştin. Herêma li başûr ku cîranê Nîjeryayê ji navendê hêzên berfireh dixwaze.

Başûrê Kamerûnê ku bi fermîtî jê re herêmên Bakurêrojava û Başûrêrojava tê gotin beriya serxwebûnê di bin serdestiya brîtaniyan de bû. Aliyên din ên Kamerûnê jî di bin hegemonyaya Fransaya kolonyal de bû. Di pêvajoya serxwebûnê (1960-61) de hêzên siyasî yên her du aliyên welat ji bo komareke federal li hev kirin. Bi vê lihevkirinê Kamerûna di destê Brîtanyayê de wê bibûna nîv-xweser û wê ji zimanê îngilîzî re rêz bihatana girtin.

Di 1972’an de hikumetê modela federal betal kir û di dewsa wê de welat bû xwedî sîstemeke yekgirtî. Ji wê demê heta îro zimanê îngilîzî, hiqûqa kevneşopî û nasnameya herêmî gav bi gav marjînal bûn.

Di sala 1916’an de li herêma başûr li dijî navendê meş û xwepêşandan dest pê kirin. Di çalakiyan de hinek sembolîk be jî serxwebûna herêmê dihat xwestin. Ji ber êrîşên hêzên dewletê berpirsên tevgera herêmî li Nîjeryayê bi cî bûn û li wir hikumeta demborî ya Ambazoniayê damezrandin.

Rêxistinên mafên mirov û yên li ser şerên navxweyî lêkolînê dikin di demên dawî de agahiyên girîng li ser herêmê radigihînin. Koma Krîzê ya Navneteweyî diyar dike ku bi sedan kes hatine kuştin û xetereya koça ji herêmê ketiye rojevê.

Rêxistinên navneteweyî ji bo çareserkirina meseleyê bang li hikumetê dikin. Mixabin hikumet ji mêj ve ye dide zanîn ku ew ê modela federal nîqaş neke. Berpirsên Kamerûnê dibêjin ku ew amadene ji bo hevdîtinên aştiyê lê ew nikarin sîstema siyasî nîqaş bikin.

Victor Mukete ku endamê Senatoyê ye û serekê kevneşopî yê herêma başûre dide xuyakirin ku divê Kamerûn bibe dewleteke federal. Li gorî Mukete divê 10 eyalet bên damezrandin.

Serokê Kamerûnê jî di 2017’an de ji Komîsyona Duzimanî û Pirçandî damezrandibû. Armanca vê komîsyonê pêkanîna wekheviya fransî û îngilîzî ye. Lê heta aniha komîsyon nikaribûye hêzên başûrî ji bo wekheviyê qanih bike.

Înfowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …