Herêma Delineê ya li Kanadayê êdî xweser e

 

 

Herêma Delineê a girêdayî Erdên Bakurêrojavayê ya li Kanadayê bi referandûmekê peymana xweseriyê ya bi hikumetê re qebûl kir. Li gorî vê peymanê, hikumeteke herêmî ya ku xwedî hêzên di derbarê ziman, çand, xizmetên civakî, perwerde û berhevkirina bacê de ne, wê bê damezrandin.

Di referandûma ku di navbera 10 û 12’ê Adarê de hat lidarxistin de  ji 699 endamên civakê 499 kes di lehê xweseriyê de dengên xwe bi kar anîn. Li gorî encama referandûmê, ji bilî serok û hikumetekê, wê civaka delineê bibe xwediyê destûra bingehîn, meclîs, dadgeh û konseya yextiyaran.

Danny Gaudet ku li ser navê civakê bi hikumeta Kanadayê re muzakere dimeşand, da xuyakirin ku peymana bi hikumetên Kanadayê û Erdên Bakurêrojava re, di encama muzakereyên ku qasî 18 sal dom kirine, derketiye holê. Gaudet got ku di çarçoveya peymanê de hin saziyên xweciyên li herêmê hêzên di destên xwe de wê dewrê hikumeta Delineê bikin. Gaudet diyar kir ku ji bilî vê, wê rêvebiriya herêmê bikaribe di derbarê mijarên lokal de qanûnan qebûl bike. Herwiha Gaudet da zanîn ku rêvebiriya Delineê bi vê peymanê bûye xwediyê “xwerêvebirina xweciyî ya herî pêşketî ya li Kanadayê.”

Xweseriya Delineê wê ji van çavkaniyan bê fînansekirin: Fonên federal ên Kanadayê, fonên Erdên deline3

Bakurêrojava û fonên civaka delineê. Li aliyekî din, di çarçoveya xweseriya Delineê de wê sîstema Kanadayê û kevneşopiya gelê xweciyî bi hev re bên kombînekirin.

Zimanê Delineê dibe fermî

Destûra Bingehîn a Delineê diyar dike ku zimanên îngilîzî û zimanê civaka delineê ku wekî slaveya bakur tê naskirin, wê bibin zimanên fermî yên hikumetê. Li gorî vê, wê welatiyên herêmê bikaribin têkiliyên xwe yên bi rêvebiriyê re bi her du zimanan bimeşînin.

Di 1988’an de Hikumeta Erdên Bakurêrojava ya li Kanadayê ligel îngilîzî zimanên xweciyî yên li herêmê bi awayekî fermî naskiribû.

Gelên Sahtu li herêma Gola Hirçê ya Mezin ê li bakurê rojavayê Kanadayê dijîn û ji çar koman pêk tê: Deline, Behdzi Ahda, Begade Shotagotine û K’sasho Go’tine.

Çavkanî: Nationalia.info

 

 

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …