Hemû rê diçin Atînayê

Necat Ayaz

Ligel bi hezarên kesên ku ji aniha ve ava bi xetere ya Çemê Merîçê û rotayên diçin giravan derbas kirine jî, hîn bi hezarên din bi awayekî veşartî xwe li cîranê rojhilat ê Yewnanîstanê amade dikin û li benda roja rizgariya ji zilmê sekinîne. Ew ji ku derê derbasî axa yewnan dibin bila bibin, ji aniha ve diyare ku ji bo gelek ji wan hemû rê diçin Atînayê.

Mirovên ji neteweyên cuda yên Asyaya Rojava û Afrîkaya Rojhilat hatibûn, rêzek dirêj çêkiribûn. Ew di vê roja sar a zivistana ku êdî tesîra xwe nîşan dida, bi saetan li derveyê kampa sînor disekinîn. Eger hin kesên din li hin aliyên din ên cîhanê li vê dîmenê binêriyana, ew ê bi hêsanî xwe şaş bikirana û bigihîjtana vê encamê ku ev kes sivîlên ku ji aliyê artêşa dijmin hatine girtin û ew ji vir dibin aliyekî din. Ev rêza dirêj a jin, mêr û zarokan îlticaxwazên ku li benda serbestberdana ji Navenda Binçavkirinê ya Ewilî û ya Nasnamediyarkirinê ya Orestiadayê bûn. Wan hêvî dikirin ku kaxizên xwe yên serbestberdanê heta derfet hebe zûtir bigirin û di otobêsên ku derveyê vê kampa mezin park kiribûn de ciyekî ji xwe re peyde bikin. Berê ew hatibûn agahdarkirin ku ew ê mesrefê riya ku ji bo hin kesan li Selanîkê û ji bo yên din jî li Atînayê bi dawî dibe, bidin. Lê çawa ku wan guh nedida  hewaya bi destpêka êvarê her ku diçû dicemidî, mesrefê rê jî ne xema wan bû.

Riya diçe Atînayê

Dema di dawiyê de karibûn kaxizên dawî yên sernivîsa Komara Helenîk û xaça spî ya li ser foneke şîn li ser û herwiha ji aliyê polês ve hatibûn morkirin, îmzekirin û dema wê rojê li ser hatibû nivîsandin bi dest bixin, êdî ji bo rêwîtiyê amade bûn. Tirk, kurd, ereb, erîtreyî û gelekî din li ber deriyê otobosê hêwirzeyekê çêkiribûn. Aniha divê buhayê rêwîtiyê bidana ku dema bi welatên ew jê hatine tê beranberkirin gelek zêde bû. Helbet ev, ji bo jina bilêtan difirot ne xem bû û dema rastî hin kesên ku pereyên wan têr nedikir ku gelek ji wan afrîkî bûn dihat, wê li ser hev dûbare dikir ku qet nikare bilêtan erzan bike. Hewldana van mirovên hejar a ji bo peydekirina pereyê dihat xwestin da ku bikaribin şensê birêketina vê êvarê ji dest bernedin, dilê mirov dişewitand. Piştî pere hatin dayîn û hemû penaberên dilşad ku wê wekî mirovên azad birêketana ciyê xwe girtin, otobos bi rê ket û berê xwe da rojava.

Her ku otobus ji sînorê bi Tirkiyeyê û kampa binçavkirinê yê navxerab dûr diket ewqas bêhna mêvanên nedihatin xwestin ên Yewnanîstanê fireh dibû. Hemû tiştên ku ew ê li Atînayê çi bikin di rojên dirêj ên kampê de bi caran li ser nîqaş kiribûn wê serê sibehê bûbûna rastî.

Îstesyona Selanîkê ya li ser riya Atînayê

Her ku otobus ji sînorê bi Tirkiyeyê û kampa binçavkirinê yê navxerab dûr diket ewqas bêhna mêvanên nedihatin xwestin ên Yewnanîstanê fireh dibû. Hemû tiştên ku ew ê li Atînayê çi bikin di rojên dirêj ên kampê de bi caran li ser nîqaş kiribûn wê serê sibehê bûbûna rastî. Mixabin ji bo hin kesan problemekê  hebû ku divê bilez bihatana çareserkirin. Ev der ne welatekî ku bi servîsa îltîcayê ya dewletê bi hêsanî wan li ciyekî bi cî dike. Ji îltîcaxwazan tê xwestin ku ji serwîsên îltîcayê yên li Selanîk û Atînayê kartên serîlêdana xwe bigirin ku li ser wan dema hevpeyvînê jî tê nivîsandin. Li vir problem ev bû ku dema hevpeyvînê ya ji bo gelek kesan 4 an 5 salên bê bûn. Ji vê pê ve, ji bilî kampên penaberan ku bi giranî bi rewşa xwe ya neînsanî tên naskirin û di heman demê de ji bajaran dûr in, ciyekî baş a lêmayinê ji wan re nayê peydekirin. Ev rastî ji bo penaberan bi têra xwe stresê diafirand lê bi taybetî kesên ku hîn ji xwe re cî an kesek ku di dema dawiya rêwîtiyê de ew pêşwazî bikin nedîtibin gelekî aciz dikir.

Hesen (36) yek ji wan kesan bû ku di dema rêwîtiyê de pir hewl didan kesekî ku wan li nava dilê Yewnanîstanê pêşwazî bike bibîne. Ew li Tirkiyeyê ji şeş dosyeyên cezayê dihat darizandin û cezayê ji aliyê dadger dihat xwestin pir eşkere bû ku ji temenê wî ya mayî zêdetir bû. Ew dibêje ku li Yewnanîstanê tu kesekî ku alîkariya wî bikira nasnedikir û ji bo dîtina kesekî li Atînayê wî bi telefona xwe li gelek kesan geriya ye. Di dawiyê de wî bi riya xizmekî xwe yê ku li Almanyayê rûniştîna wî hebûye, xwe gîhandiye mirovekî tirk. Lê dîsa jî dilê wî ne rihet bûye di derbarê ew ê bê pêşwazîkirin de. Berevajiya fikara wî, dema ji otobusê daketiye, rastî mirovê li benda wî sekiniye hatiye. Dawiyê heman mirovî ew biriye xaniyê ku ji bo penaberan wekî pansiyon bi kar tîne. Hesen dibêje ku tirsa di dawiya rêwîtiyê de pêşwazînekirina ji aliyê kesekî ve ji ber rastiya mayina li welatekî nû û rasthatina hawîrdora zimanekî nû ku hûn peyvekê jî nizanin bipeyivin pêk tê. Ji ber ku di destpêkê de rastî vê problemê hatiye û di navbera kurdên penaber de rastî piştgiriya civakî ya rêxistinkirî nehatiye, ew dilşikestî bûye û bûye sebeb ku tenêbûna wî zêde bibe. Beriya ku were vir, ew fikiriye ku ji ber ku ew rastî heman zilmê hatine ew ê di navbera kurdan de kêm an zêde têkiliyên civakî hebin.


Ji ber ku di destpêkê de rastî vê problemê hatiye û di navbera kurdên penaber de rastî piştgiriya civakî ya rêxistinkirî nehatiye, ew dilşikestî bûye û bûye sebeb ku tenêbûna wî zêde bibe. Beriya ku were vir, ew fikiriye ku ji ber ku ew rastî heman zilmê hatine ew ê di navbera kurdan de kêm an zêde têkiliyên civakî hebin.

Digel ku piraniya kurdên tên Atînayê di vê pêvajoya rûtîn re û di heman riyê re derbas dibin, çend kesên din jî hene ku bêyî şahidiya navendên binçavkirinê yên navxerab û kampan bikin, xwe digihînin vir.  Piraniya wan bi mebesta ji aliyê polêsê yewnan pêncemora (şopên tiliyan) neyê girtin zêdetir pere didin kaçaxçiyan û vê rêwîtiyê pêk tînin. Lê dîsa jî pir kêm penaber bêyî ku bên ferqkirin û ji aliyê polês bên girtin vê rêwitiya dijwar bi dawî dikin.

Hêzên Helenîk ên Parastina Peravê

Dildar (32) yek ji van kesên xwedî şens in ku karibûya bi riya bikaranîna riya hesinî ya pir nêzîkî sînor derbas dibe xwe bigihîne Atînayê. Ew li Tirkiyeyê ji ber xebatên xwe yên polîtîk ên wekî endamtiya rêvebiriya herêmî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) tê darizandin. Ew dibêje ku wî serê sibehê li trêna diçû Atînayê siwar bûye û ji bo ji aliyê polês an kesê bilêtan kontrol dike neyê dîtin, kengî trên sekiniye ew ketiye tuwaletê û li wir xwe veşartiye. Di dawiyê de, bêyî ku bê ferqkirin karibûye xwe bigihîne Atînayê. Mixabin ewqas şensê wî tunebûye ku li vî bajarê nû ji aliyê hevalekî bê pêşwazîkirin û li aliyekî din, ji ber ku kaxizên wî yên fermî yên penaberiyê tunebûye, ew nekaribûye li otêlek jî razê. Ji bilî ku şevek li derve razê pê ve tu derfetek wî yê din tune bûye û vê rastiya hişk ew pir tirsandiye. Piştî hewldanên wî yên dirêj ên ji bo dîtinek ciyekî bi ewle, tesadufî rastî parkekê hatiye û hewl daye ku li ser banka parkê razê. Piştî ku yek ji şevek xwe ya herî dirêj a li derve ya li welatekî ku ew bi tevahî xerîbê wê bûye û bêyî kaxizên fermî di berîka wî de derbas kiriye, bi ronahiya sibehê re gelekî kêfxweş bûye. Serê sibehê, yekî kurd li parkê ew dîtiye û her du bi hev re çûne kampa xweser a kurd ku saetekê dûrî Atînayê ye.   

Bi hêrs dibêje ku ew di 1999’an de du hefte hatiye îşkencekirin û di encama vê hovîtiyê de dema ew anîne odeya wî ya tarî wî navê xwe ji bîr kiriye. Ev zilma berê ya li ser wî hatiye bîra wî, li hember hemû hewldanên hêzên deryayî yên yewnan di ber xwe daye û  bi ser wan de qêriya ye ku di dewsa li Tirkiyeyê bê vegerandin ew ê bixwaze di nava deryayê de xwe bikuje.

Hin penaberên kurd ji giravên ku nêzîkî peravên Tirkiyeyê ne tên nava dilê Yewnanîstanê. Çetin (35) ku li Tirkeyeyê dihat darizandin û paşê dibihîze ew ji aliyê dadgehê hatiye cezakirin, di cî de tê peravên li rojavayê Tirkiyeyê û ji wir bi tena serê xwe derbasî girava Lesvos dibe. Beriya ku bigihîje giravê, hêzên ewlekariya deryayî yên yewnan hewl didin ku ew bisekinînin lê hemû hewldanên wan ên ji bo şandina wî ya Tirkiyeyê nagihîjin encamê. Bi hêrs dibêje ku ew di 1999’an de du hefte hatiye îşkencekirin û di encama vê hovîtiyê de dema ew anîne odeya wî ya tarî wî navê xwe ji bîr kiriye. Ev zilma berê ya li ser wî hatiye bîra wî, li hember hemû hewldanên hêzên deryayî yên yewnan di ber xwe daye û  bi ser wan de qêriya ye ku di dewsa li Tirkiyeyê bê vegerandin ew ê bixwaze di nava deryayê de xwe bikuje. Dema digihîje giravê, ew dixin yek ji kampên herî xerab a li Yewnanîstanê ku ji ber tunebûna ciyekî têrfireh ku mirov bikaribe xwe dirêj bike, li wir sê rojan ranezaye. Sê roj paşê wî xebatkarekî kampê qanih kiriye ku ew bibe aliyekî din ê fireh ê kampê. Dema xebatkarê alîkarxwaz dîtiye ku ew kurdekî bi tena serê xwe di nava ewqas afgan û ereban de ye, alîkariya wî kiriye. Piştî ku sê hefteyan li vî ciyê nû maye, li gemiyekî ku bi sedan penaberan aniye Atînayê siwar bûye. Çetîn xwedî şens bûye ku ji ber xebatên wî yên berê yên polîtîk û têkiliyên wî yên bi aktîvîstên kurd ên polîtîk ên li Atînayê re, li xaniyekî dagirkirî ji xwe re ciyekî vala dîtiye.

Atîna

Hesen, Dildar û Çetîn bi tenê sê kesên ji civaka kurd in ku bi taybetî bi bilindbûna çewsandina li ser tevgera kurd a  piştî bidawîkirina yekalî ya agirbestê li Tirkiyeyê, li Yewnanîstanê bi lez zêde dibe. Ligel bi hezarên kesên ku ji aniha ve ava bi xetere ya Çemê Merîçê û rotayên diçin giravan derbas kirine jî, hîn bi hezarên din bi awayekî veşartî xwe li cîranê rojhilat ê Yewnanîstanê amade dikin û li benda roja rizgariya ji zilmê sekinîne. Ew ji ku derê derbasî axa yewnan dibin bila bibin, ji aniha ve diyare ku ji bo gelek ji wan hemû rê diçin Atînayê.

Înfowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Nûnerên Rojava li Îtalyayê ne

Nûnerên Rojava û berdevka YPJê bi parlamenter û endamên Senatoya Îtalyayê re hevdîtin pêk anîn. …