Helwesta Myanmarê hevdîtînên aştiyê xetimand

 

 

 

Hevdîtinên aştiyê yên li Myanmarê (Burma) ji ber nelihevkirina li ser hejmara rêxistinên serhildêr ên beşdarê hevdîtinan dibin, bi ser neket. Di hevdîtina 9. a ji bo Peymana Agirbesta Neteweyî ya roja Înê de hikumet û serhildêr li ser rexistinên ku wê peymanê îmze bikin li hev nekirin.

Hikumet diyar kir ku ew dixwaze bi 15 komên etnîk ên çekdar re peymana aştiyê îmze bike û naxwaze 6 rêxistinên çekdar beşdarê pêvajoyê bibin. Rêxistinên qala wan tê kirin û ji aliyê hikumetê ve nayên naskirin ev in: Artêşa Rizgariya Neteweyî ya Ta’ang (TNLA), Artêşa Hevpeyman a Neteweyî ya Demokratîk a Myanmarê (MNDAA) ku koma etnîk a kokangê ye, Artêşa Arakan (AA), Rêxistina Neteweyî ya Wa (WNO), Artêşa Lahu û Konseya Neteweyî ya Arakanê (ANC).

Serokê tîma hevdîtinan a hikumetê Aung Min di derbarê mijarê de wiha axivî:

“Serfiraziya ku heta niha me bi dest xist, bi riya hewldan û hevkariya hemû delegasyonan pêk hatiye. Eger em bikaribin vê mijara dawî bi serfirazî li paş xwe bihêlin, em ê bikaribin merasîma îmzekirina Peymana Agirbestê ya Neteweyî pîroz bikin.”

Raportorê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê rewşa mafên mirov Yanghee Lee jî wekî çavdêr di hevdîtinan de amade bû.

Bi armanca çareserkirina vê problemê wê nûnerên pênc komên serhildêr kurtedemek şûn de bi serokê Myanmarê Thein Shein re hevdîtinekê pêk bînin.

Hikumeta Myanmarê dixwaze beriya hilbijartinên giştî yên di 8’ê Mijdarê de peymana aştiyê bê îmzekirin.
Înfowelat

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpaya berîya hînd-ewrûpîyan

Civaka ewil a Ewrûpayê li ser bingeha wekhevîya jin û mêr hatîye damezrandin û aştîxwaz …