Hejariya neteweperestên kurd

 

 

Neteweperestên kurd ên li bakur vê carê jî encamên hilbijartinê kirin hincet û dest bi êrîşeke li dijî HDP’ê kirin. Van partiyên ku navên “kurdistanî” li xwe kirine bi awayekî çavsor êrîşî projeya bihevrebûna komên etnîk, olî, zayendî, îdeolojîk ên ji aliyê sîstemê ve hatine marjînalkirin, dikin.

Hilbijartina giştî ya 1’ê Mijdarê ligel gelek encamên din, carekê din derxist holê ku retorîka neteweperestiyê li Tirkiyeyê ji bo siyasetê hîn jî kêrhatî ye. Derket holê ku hem siyaseta doza parastina Tirkiyeya kevn dike, hem jî siyaseta qala “Tirkiyeya nû” dike li dora neteweperestiya tirk digihîjin hev. Di vê atmosferê de redkirina çareseriya meseleya kurd encameke din jî derdixe holê: Bilindbûna neteweperestiya kurd.

Di demên dawî de neteweperestî bi taybetî li welatên Ewropayê di nava pêvajoya geşbûnê de ye. Di 2015’an de li Skotlandê referandûma ji bo serxwebûnê û li Katalonyayê referandûmeke yekalî hat lidarxistin. Paşê di hilbijartina herêmî de partiyên katalan bi ser ketin û kurtedemek berê di parlamentoya herêmî de pêvajoya serxwebûnê dan destpêkirin. Hêzên neteweperest ên li Welatê Baskê, yên li herêma Veneto ya li Îtalyayê û çend li herêmên din ên li Ewropayê jî xweziya xwe bi van pêşketinên tînin û dixwazin pêvajoyeke bi vî rengî bidin destpêkirin.

Dema mirov van mînakên li jor û neteweperestiya kurdan dide ber hev dikare hin encaman derxe. Netewperestên kurd jî bi giranî doza serxwebûna Kurdistanê dikin û ji vî alî ve dişibin netewperestên welatên navborî. Lê netewperestiya kurd ku PDK jê re pêşengiyê dike, bêyî ku bikaribe bi hêzên siyasî yên din re li hev bike, bi derfetên berfireh ên di dest de dixwaze li ser hêzên din bê ferzkirin. Retorîka serxwebûnxwaz a vê partiyê, bi riya hêza medyayê û komên siyasî yên li parçeyên din, dixwaze bê belavkirin û xebatên hêzên demokratîk bên bêtesîrkirin.

Neteweperestên kurd ên li bakur vê carê jî encamên hilbijartinê kirin hincet û dest bi êrîşeke li dijî HDP’ê kirin. Van partiyên ku navên “kurdistanî” li xwe kirine bi awayekî çavsor êrîşî projeya bihevrebûna komên etnîk, olî, zayendî, îdeolojîk ên ji aliyê sîstemê ve hatine marjînalkirin, dikin. Gelek rêxistin û nivîskarên ku ciyê me dest nade em navên wan binivîsin, rasterast êrîşê HDP’ya ku dixwaze di bin banekî de hemû komên etnîk, olî, zayendî, îdeolojîk û hwd ku ji aliyê sîstemê ve hatine marjînalkirin bîne cem hev, dikin. Hin ji wan qala “terkirina Enqereyê û vegera Amedê” dikin û hin ji wan dibêjin partiyên “kurdistanî” divê êdî bibin alternatîf û “di hilbijartina bê de şaredariyan bi rê ve bibin.”

Bi van dîtinên xwe yên sosret û dûrî hemû rastiyên civakî û siyasî yên kurdên bakur û Tirkiyeyê, neteweperestiya kurd carekê din hejariya xwe li ber çavan raxist. A baş, em guh nedin van gotinan û li ber hejariya neteweperestan nekevin. Di dewsa vê de, werin em li Vladîmîr Medem guhdarî bikin:

“Neteweperest berjewendiyên xwe yên çînî bi daxwazên neteweyî dipêçe lê ew ne xwedî hêza şerê ji bo van daxwazane; ew tenê dikare wan xeyal bike. Ew nikare rast li jiyanê binêre; ew lawaz e, hatiye dawiya hêza xwe, tirsiya ye. Ew ji jiyanê ditirse. Ew xeyal dike. Ew serxwebûnê û azadiyê xeyal dike; ew erdên xwe yên ku ew ê çand û bazara xwe tê de biparêze xeyal dike. Ew pir ketiye bin bandora sloganên neteweperest û lawazbûn û îflasiya xwe ya siyasî bi dengê bilind û metaforên vala vedişêre.”

Necat Ayaz

Jêder: Azadiya Welat

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Sîstema fransî pêşî li pêşniyazqanûna Macron girt

Konseya Destûra Bingehîn a Fransayê ji yekan sêyê vê belgeyê ango ji 35 xalên ji …