Hawar û qîrîna Cizîrê bibihîzin!

 

Li Cizîrê piştî hevdîtinên ku bi rojan berdewam kir, ambulansên şaredariyê ji bo birîndaran bigire çû Taxa Cudiyê lê di heman kêliyan de hêzên dewletê yên avahî dorpêç kirine dest bi erîşên giran kirin û hewl didin ku bikevin hundir û 23 kesan înfaz bikin

Li Taxa Cudî ya navçeya Cizîra Şirnexê 23 birîndar ev 6 roj in di bin bombebarana hêzên dewletê de ne, di bodrûma avahiyekê de ne. Ligel hemû hewildanan, hêzên dewletê ev 5 roj in destûra girtina birîndaran nadin û heta niha 5 birîndaran ji ber windakirina xwînê jiyana xwe ji dest dan. Ambulansa Şaredariya Cizîrê ji bo 23 birîndaran bigire ber bi Taxa Cûdî ve derket rê.
Di bodrûma avahiya ku di bin êrişê giran de ye, hêj 23 birîndar tên rawestandin. Her wiha cenazeyên 5 welatiyên di encama êrîşên dewletê de ranekirin nexweşxaneyê û jiyana xwe ji dest dan jî di bodromê de tên girtin.
Di kêliyên ku ambulans ji bo birîndaran bigire çû taxê de, hêzên dewletê yên avahiyê dorpêç kirine jî ji bo înfazê dest bi êrîşan kir. Hat ragihandin ku hêzên dewletê hewl didin ku bikevin nav avahiyê û kesên li hundir in înfaz bike.
Hevserokê Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç tevli weşana Med Nûçe TV bû û di weşana zindî de da zanîn ku wesayîtên zirxî nêzî 10 mt. ê avahiyê bûne. Tunç diyar kir ku 23 kesên di nav avahiyê de bi komkujiyê re rûbirû ne.

 

HÊZÊN DEWLETÊ ÇÛNE
Di heman demê de Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî tevlî weşanê bû û got ku di cihê ku ambulans biçûna, hêzên dewletê çûne malê. Sariyildiz diyar kir ku hêzên dewletê li pey komployê ne.
Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Baluken û parlementerên HDP’ê Osman Baydemîr û Meral Daniş Beştaş ji bo birîndar bên rakirin duh di saetên sibê de çûbûn Wezareta Karên Hundir û hevdîtin kiribûn

 

Jêder: Azadiya Welat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Meclîsa Nûneran a Amerîka di hewldana naskirina jenosida Êzdiyan de ye

  Lijneya karûbarê derve ya Encûmena Nûnerên Amerîka bi yek deng, pirose yasaya di derbarê …