Harîteya Otonomiyê ya Cîhanê êdî online e

Ev harîte bi riya Google Mapsê hatiye amadekirin û hemû herêmên otonom (xweser) ên li cîhanê nîşan dide. Di vê xebatê de du cureyên herêmên otonomiyê, bi du sembolên cihê tên nîşandayîn.

Harîteya Otonomiya Cîhanê ji aliyê EURACê (Akademiya Ewrûpayê ya Lêkolînê) hat weşandin. Ev harîte bi riya Google Mapsê hatiye amadekirin û hemû herêmên otonom (xweser) ên li cîhanê nîşan dide. Di vê xebatê de du cureyên herêmên otonomiyê, bi du sembolên cihê tên nîşandayîn.

Yek ji van herêmên xwedî otonomiya siyasî  û yên din jî herêmên ne xwedî otonomiya siyasî ne. Ligel vê tesnifê, di derbarê herêman de agahiyên kurt, ligel lînkên ku di hundirê xwe de agahiyên berfireh dihewînin hatine dayîn.

Harîteya Otonomiyê ya Cîhanê ji aliyê Enstîtuya Tecrûbeyên Otonomiyê ya EURACê ve hatiye amadekirin.

Otonomiya siyasî

Ev wekî otonomiya axê (territorial autonomy) jî tê binavkirin. Herêmên ku cihêrengiya etnîk/zimanî ligel hişmendiya neteweyî ya xurt pêk tê, piranî xwediyê vê cûreyê otonomiyê ne. Mafên neteweyî yên gelên li van herêmên xwedî sînoreke diyarkirî, di çarçoveya peymanekê de ku xwe disperse hiqûqa dewletan tê naskirin.

Herêmên xwedî vê otonomiyê dikarin piraniya biryarên xwe bi riya organên demokratîk (parlemen-hukumet) bi serbestî bidin. Katalonya, Tîrola-Başûr û Giravên Aland mînakên girîng ên vê otonomiyê ne.

Otonomiya ne-siyasî 

Ev cûre otonomî, wekî otonomiya ku li ser bingehê axê nehatiye avakirin (non-territorial) tê naskirin. Ev otonomî, dikare li herêmeke ku sînorên wê diyarkirî pêk were an jî dikare bêyî naskirina sînorekî, li ji bo kêmareke ku di nava erdên dewletekê de belav bûne bê naskirin.

Gel an kêmarên mijarên gotinê nikarin bi riya organên xwedî hêz qanûnên derbarê xwe de çêbikin. Otonomî, piranî bi mijarên çandî, zimanî û olî re bisînorkirî ye. Bo nimûne, samiyên li Fînlandiyayê, tirkên li Yûnanistanê û kêmarên li Hûngaryayê xwedî vê otonomiyê ne.

EURAC

EURAC (Akademiya Ewrûpayê ya Lêkolînê) di 1992’an de li parêzgeha xweser a Tîrola Başûr ya li bakurê Îtalyayê hat damezrandin. Navenda saziyê Bozen/Bolzanoyê ye ku navenda Tîrola Başûr e. Akademî di serî de otonomiyê di hemû qadên derbarê pêşketina herêmî de lêkolînên zanistî ûpêk tine.  Di bin bane EURAC’Ê DE 11 enstîtu û 4 navend hene û bi qasî 550 xebatkar di van saziyan de xizmetê dikin.

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …