COLOMBIA-POLITICS/

Gustavo Petro dest bi serokatiyê kir

Li Kolombiyayê serokê nû Gustavo Petro dest bi kar kir

Petro endamê berê yê rêxistineke gerîla ya Kolombiyayê bû

Bi Gustavo Petro re cara ewil li Kolombiyayê siyasetmedarekî çepgir dibe serokê welêt

Bernameya fermî ya ji bo destpêka serokatiya Gustavo Petro li paytext Bogotayê hate lidarxistin.

Di bernameyê de serokê nû yê welêt Petro  û cîgira wî Francia Marcia sond xwarin.

Serokê nû yê Kolombiyayê piştî merasîma sondxwarinê axaftinek kir.

Francia Garcia. Aktîvîsta mafên mirov û xwezayê bû cîgira serokê Kolombiyayayê.

Petro got, ew ê di dema serokatiya xwe de li dijî bêedaletiyê têkoşînê bike.

Herwiha Petro got, aştiya ku gav bi gav xera dibe ji nû ve serdest bike.

Ji bilî hin lîderên welatên Amerîkaya Latîn, girseyeke mezin a welatiyên Kolombiyayê jî tevlî merasîmê bûn.

Li Kolombiyayê tûra duyemîn a hilbijartinên serokatiyê di 19ê tîrmehê de hatibû lidarxistin.

Gustavo Petro 50 ji % dengan wergirtibû û bi vê encamê di asta serokatiyê de cara ewil hegemonyaya partiyên rastgir hilweşiya bû.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kurdish media outlets targeted in Europe condemn ‘double standards’ on free speech

Belgian authorities carried out overnight raids on two Brussels-based Kurdish TV studios. The media outlets …