Gundiyên li Hîndîstanê şîrketa brîtanî têk birin

 

 

Eşîra Dongria Kondh a li eyaleta Orissa ya lı Hîndîstanê, li hember şîrketeke brîtanî ku dixwest li ser axa wê madenê derxe, serkeftinekê bi dest xist. Ji ber têkoşîna endamên eşîrê, şîrketa Vedanta Resources mecbûr ma ku pîlanên xwe yên ji bo herêmê betal bike.

Piştî têkoşîna serfiraz a endamên eşîrê, rêvebirên Hîndîstanê xebata şîrketê ya li ser axa eşîrê da sekinandin. Biryara rêvebiriya Hîndîstanê li dûv şêwirîna berfireh a ku di nava dozdeh gundên Dongria Kondh de hat lidarxistin, hat dayîn. Şêwirîna navborî ji aliyê hin derdoran wekî “referandûma hawîrdorê” ya yekemîn hat binavkirin. Rûniştvanên gundan li hember gefxwarin û çavtirsandina şîrketê bi wêrekî beşdarê dengdayinê bûn û projeya şîrketê red kirin. Paşê, Wezareta Hawîrdor û Daristanan a Hîndîstanê biryara sekinandina projeyê da.

nyamgiri

Şîrketa Brîtanî beriya ku projeyê bi eşîra Dongria Kondh bide qebûlkirin, li berpalên Girên Niyamgiriyê tesîseke ku buhaye wê 800 milyon dolarî bû, avakiribû. Ji ber vê mesrefa giran, ji niha ve şîrketê bi xisareke aboriyê ya pir mezin re rû bi rû ma.

Gundiyên Dongriayê ji aliyê cîgirê serokê Partiya Kongreyê ya Hîndîstanê Rahul Gandî ve dihatin destekirin. Wî bi armanca desteka doza Dongriayê, di mehên derbasbûyî de du caran çû Girên Niyamgiriyê.  Herwiha, rêxistina Survival International giliyê şîrketê bi Rêxistina Hevkariyê ya Welatên Pêşdikevin (OECD) kir û piştî vê gavê hikumeta brîtanî desteka xwe ya ji bo projeyê paş de kişand. Hin hevparên şîrketê yên wekî Dêra Îngilîstanê jî ji ber sebebên ehlaqî para xwe ya di şîrketê de firotin.

Tê payîn ku têkçûna şîrketa Brîtanî wê tesîrê li ser şîrketên ku dixwazin li ser axa eşîran xebatê bikin tesîrê bike û pêdiviya lêgerîna ji bo îqnakirina endamên eşîran derxe holê.

Çavkanî: Survivalînternational.org

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …