Gola Urmiyê ziwa bûye

 

 

 

Rojhilata Navîn ji ber sedemên avê zêdetir ji 4000 salan e bûye qada şer. Dagirkerên Kurdistanê yên ku hemû serçaviyên Kurdistanê weke “malê bêxwedî” dihesîbînin û wan serçaviyan ji bo xwe bikar tînîn niha jî dest bi talana wan serçaviyan kirine. Her wiha li Rojhilatê Kurdistanê serçavî û bermayiyên kurdan ji hêla Komara Îslamî ya Îranê ve tên talan kirin û hewla wê yekê jî heye ku kelepora kurdan bê tunekirin. Di her meha havînê de Rojhilatê Kurdistanê bi şewata daristanan di rojeva hemu Kurdistaniyan de cih digre. Lewre her demsala havînê pasdarên Îranê çiyayên Rojhilatê Kurdistanê didin ber topan û agir bera daristanan didin. Li gel vê yekê wisa dixuye ku ew ê êdî Rojhilatê Kurdistanê bi kêşeya avê bê rojeva Kurdistaniyan. Lewre Gola Urmiyê ya ku serçaviya ava Rojhilatê Kurdistanê ye zîwa bûye. Ziwabûna golê xetereyê tîne ser hemû bûnewerên herêmê û pispor û karnas eşkere dikin ku egera wê yekê heye ku xelkê Rojhilatê Kurdistanê ji ber nebûna avê koçber bibin.

Gola Urmiyê: Landika ajal û balindeyan

Bajarê Urmiyê ku li Rojhilatê Kurdistanê bûye navenda gelek ayîn û neteweyên cuda îro di bin metirsiyê de ye. Ji kevin de bajarê Urmiyê cihê bi hev re jiyankirina olên wekî; îslam, mesihî, zerdeştî, cihû û kakeyiyan bûye. Sînorên bajêr digihên ser Başûr û Bakurê Kurdistanê û weke pireke di nava her du parçeyan de. Dema ku navê bajêr tê ser lêvan gola wê ya namdar tê hişê mirov. Gola Urmiyê yek ji mezintirîn gole li cihanê. Her wiha ji hêla ava xwe ya şor jî ve di rêza duyem a cihanê de tê hesibandin. Mezinbûna Gola Urmiyê 5 hezar û 200 kîlometrekareye û kûrbûna wê jî 16 metre ye. Di golê de 102 giravên biçûk û mezin hene. Gola Urmiyê ya dîrokî ku di dirêjahiya dîrokê de ji gelek balinde û ajalan re mazûvanî kiriye îro bi zuhabûnê re rû bi rû maye. Di giravên golê de çendîn coreyên ajel û balindeyan dijîn, niha kêmbûna ava gola Urmiyê metirsiyê li ser jiyana wan jî pêk tîne.

Tehranê di proseya ziwabûnê de cih girt

Pisporên warê jîngehê û xwezayê ji her demê zêdetir nigeranê ziwabûna Gola Urmiyê û dawîhatina temenê vê golê dikin. Bi qasî salan e ku pirsa kêmbûna ava Gola Urmiyê û xetera ziwabûna wê golê bûye mijara rojevê û her aliyek bi awayekî vê pirsê şirove dike. Rayedar û dezgehên Komara Îslamî di van çend salên borî de, bê baldan, bi nigeranî û şîretên pisporên warê jîngehê, tu tedbîrek bo rizgarkirina golê nemeşandine. Belkî ji xeynî hişkesaliya çend salên borî, bi projeyên cur bi cur çêkirina bendavan li ser çem û çavkaniyên sereke yên ava suriştî ya golê, çend qat zêde alîkarî dane proseya ziwabûna wê. Ji ber ku wan tu car bala xwe nedane nerîn û pêşniyarên karnas û pisporên warê demografî û jeolojiyê derbarê metirsiyên ziwabûna li ser Gola Urmiyê, gol îro ziwa bûye.

Li Urmiyê av nemaye

Xelkê Rojhilatê Kurdistanê ji bo rê li ber girtina ziwabûna Gola Urmiyê xwepêşandan bi rêve dibin û gelek caran rastî êrîşên pasdarên Komara Îslamî ya Îranê tên. Hişkesaliya çend salên dawî, kolana bîrên avê, çêkirina bendavên avê, bikaranîna ava golê ya ji bo çandiniyê û mifaya ji ava çemên Nazlî, Berandêz, Beresor, Zerêbar dibin sedem ku Gola Urmiyê ziwa bibe. Her wiha yek ji sedemeke din a ziwabûna golê jî ew e ku baran kêm dibare û berf jî kêm dikeve. Beriya bi çend hefteyan Rêveberiya Parastina Jîngeha Urmiye daxuyaniyek belav kir ku Gola Urmiyê zuha dibe û av tê de namîne. Li gor çavdêr û aktîvîstên xwezayê jî îsal bi berhevdana tevî ya sala derbasbûyî kûrahiya Gola Urmiyê nêzîk bi 50 santîmetir din kêm kiriye û tenê der sedî pênç ava golê maye û ji sedî 95’ê Gola Urmiyê hişk bûye. Her wiha li parêzgehê jî kêşeya peydakirina ava rû daye û hêjayî gotinê ye niha av li piraniya parêzgeha Urmiyê jî nemaye û xelk bi tankêran ava vexwarinê dabîn dikin. Hişkbûna kanî û golên parêzgeha Urmiyê pirsgirêkek e ku xelkê Urmiyê û navçeyên din bêzar kiriye.

Metirsî li ser jiyana xelkê çêdibe

Dema mirov ji Mahabedê ber bi Urmiyê bi rê dikeve, li destê rastê Gola Urmiyê weke perdeyekê spîboz xuya dike. Dema ku mirov nezîkî wê dibe û diçe peravên wê li wê yekê rast tê ku gol ziwa bûye û ji xwe pê ve tu tişt di golê de nînin. Li hêla din gol di navbera Tewrêz û Urmiyê jî de cih digre û ji ser golê pira bi navê Kelenterî hatiye çêkirin û çûn û hatina wan her dû bajarên ji ser wê rêyê tê kirin. Li gor zanyariyên li ber destan û daxuyaniyên pisporan di demeke kurt de ew ê li bajaraên weke Şîno, Tewrêz, Urmiyê, Pîranşar, Miyandaw, Salmas û gelek bajarên din ê Rojhilatê Kurdistanê kêşeya avê peyda bibe û egera wê heye jî xelkê van navçeyan ji ber nebûna avê koçber bibin.

“Ava Gola Wanê ber bi Urmiyê ve”

Her çend ku Komara Îslamî ya Îranê rê li ber ziwabûna Gola Urmiyê negirtibe û di prosesya ziwabûna wê de cih girtibe jî, goya ketiye nava hewldanan. Piştî daxuyanî û raportên karnasan û ziwabûna Gola Urmiyê Komara Îslamî ya Îranê jî ketiye nava hewldana û li rêyekê digere ku dîsa Gola Umiyê bê ser derba xwe û di golê de avê bi cih bike. Li gor malperên fermî yên Lîjneya Vejandina Gola Urmiyê, Îranê 6 mîlyon dolar ji bo vejandina Gola Urmiyê terxan kiriye da ku ava golê zêde bike. Her wiha Sekreterê Lîjneya Vejandina Gola Urmiyê Îsa Kelantarî ji malpera Tasnimê re axivî û amaje bi wê yekê kir ku egera wê yekê heye ku ava Gola Wanê ji bo Gola Urmiyê bê neqilkirin. Kelantarî da zanîn ku niha ew li ser meseleya teknîkî kar dikin û eger wan piştrast kir ku ava Gola Urmiyê û Gola Wanê nêzîkî hevdû ne, ew ê bi Tirkiyê re dest bi muzakereyan bikin û ji Gola Wanê ji bo Gola Urmiyê av bê şandin. Di navbera Urmiyê û Wanê de 147 kîlometre mesafe heye.

Hêmin Dildar

Jêder: Riya Teze

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …