Giravên Skoçyayê daxwaza statûya polîtîk dikin

Giravên Shetland, Orkney û Hebrîdên Derve ku girêdayî Skoçyayê ne, daxwaza statûyek polîtîk a taybet kirin. Rêvebiriyên konseyên her sê giravan ji hikumeta Skoçyayê daxwaz kirin ku di warê parastina çandê û bikaranîna çavkaniyên aborî de bibin zêdetir xwedî hêz.

Rêvebirên konseyan ku di heman demê de berpirsên kampanyaya “Giravên me-Pêşeroja me” ne, ji serokwezîrê skoçî  û brîtanî Alex Salmond û David Cameron re name şandin û di nameyê de di derbarê rewşa giravan û referandûma ku wê li Skoçyayê bê lidarxistin de hin pirsan kir. Di nameyê de hat pirsîn ku di vê pêvajoyê e wê kîjan hêz transferê her sê giravan bên kirin û wê berjewendiya giravan çi be.

Di heman demê de di nameyê de hat pirsîn ku piştî ku çavkaniyên deryayê transferî Skoçyayê bê kirin, wê her sê girav bikaribin çavkaniyên xwe yên deryayê qontrol bikin an na. Konseyên giravan di nameyê de eleqe nîşanî xurtkirina hêza finansî jî dan û daxwaz kirin ku bi armanca girav bi awayekî dîrekt ji çavkaniyên lokal ku di nava wan de enerjiya dikare bê nûkirin û masîgirî jî hene sûdê bigirin, hêza finansî yên her sê giravan bên xurtkirin.

Konseyên giravên navborî ji aliyê rêvebirên serbixwe ku piraniya wan polîtîkaya partiyên mezin red dikin, tên rêvebirin. Konseya Shetlandê, Konseya Orkneyê û Konseya Hebrîdên Derve ya bi nave Comhairle nan Eilean di pêvajoya referandûma Skoçyayê de ji bo bidesxistina mafên zêdetir, bi awayekî hevpar kampanyaya “Giravên me-Pêşeroja me” ne didin meşandin. Her sê konsey diyar dikin ku ew ê di derbarê meseleya serxwebûna Skoçyayê de ku wê di referandûma 2014’an de ji gelê Skoçyayê bê pirskirin, bêalî bin.

Çend roj berê, ji partiya Lîberalên Demokrat Tavish Scott ku di Parlamentoya Skoçyayê de Shetlandê temsîl dike, bi armanca her komên giravan ji rezervên petrolê bikaribin sûd wergirin, ji bo Shetland û Orkneyê daxwaza xweseriyê kir. Di 17’ê mehê de berdevkê Hikumeta Skotî jî diyar kir ku “ligel aliyên din ên welat, serxwebûn ji bo civakên li giravên me gelek firsendan bi xwe re tine” û hikumet ji bo guhdarîkirina konseyên giravan pir dilxwaz e. Li ser mijarê, berdevkê hikumeta brîtanî nêrînên hikumeta xwe wiha anî ziman: Hikumeta Qraliyeta Yekgirtî di dema misaît de wê bersivê bide lê piraniya mijarên zêdetir transfera besatiyan  (hêzan) ji qadên lokal ên di nava Skoçyayê de ne eleqeder in, berpirsiya Hikumeta Skoçyayê ye.

Pirsên girîng ên nameyê

-Piştî referandûmê vîzyona we ya ji bo rêvebiriyên lokal ên li Skoçyayê çi ye?

-Teahuta we ya ji bo hebûna domdar a rêvebiriyên giravan çi ye?

-Hûn ji bo Orkney, Shetland û Hebrîdên Derve formeke guherîna destûra bingehîn difikirin?

-Em dikarin di hin qadên spesîfîk de butçeyê qontrol bikin û biryarê bidin?

-Teahuta we ya ji bo destekirina ‘civakên me yên dûr ên ‘pir hejar’ wê çi be?

-Hûn çawa pîlan dikin ku çanda me ya yekta ya giravan biparêzin?

-Hûn amadene ku “baca odeya razanê” * ji komên giravan negirin?

Kurteagahî di derbarê giravan de

Shetland: Li bakurê rojhilatê Skoçyayê ji komeke  giravên ku firehbûna wan 1,468 km2 ye pêk tê. Nifûsa giravan qasî 22,000’î ye. Rezerva petrola Brîtanyayê bi giranî di nava sînorên deryayê yên van giravan de cî digire.

Orkney: Komeke giravên li bakurê welat in ku firehbûna wan 990 km2ye.   Nifûs, qasî 20,000’ye ku li 20 giravan bi cî bûye. Ji ber axa bir ber a li herêmê, aboriya giravan bi giranî girêdayê çandiyê ye.

Hebridên Derve: Wekî Western Isles jî tên binavkirin. Ji komeke giravan ku firehbûna wan a tevahî 3,070 km2’ye pêk tê. Nifûsa giravan qasî 26,000 kesî ye ku li 15 giravan bi cî bûne. Piraniya şêniyê galîkîya skoçî diaxivin. Bingeha aboriya giravan li ser tûrîzm, masîgirî û mentav

Çavkanî: www.nationalia.cat, www.news.scotsman.com

* Baca Odeya Razanê şêweyeke bacê ye ku di sala 2013’an de ji aliyê hikumeta brîtanî hat qebûlkirin. Li gorî vê, kesên ku di malên sosyal ên di destê rêvebiriyên lokal de dijîn, eger xwedî du odeyên razanê bin wê bacê bidin. Dema odeyên razanê du heb in bac zêde dibe.

 

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …