Gelo Zanîngehên Bakurê Kurdistanê dê bên girtin?

 

 

Li Bakure Kurdistanê heta niha perwerde sekinîbû û dibistan hatibûn girtin. Niha tê îdiakirin ku ji ber li Zanîngehên Şirnex, Mêrdîn û Colemêrgê xwedekarên “terorist” hene, dê bên girtin.

Li Bakurê Kurdistanê di sala nû de jî operasyon û şer berdewam dikin û li wan deveran jiyan û perwerde nemaye. Niha îdiayek balkêş heye ku ji aliyê siyasetmedaran ve bûye sedema niqaşên gelekî girîng.  Di Çapemeniya Tirkiyê de hat nivîsandin ku di zanîngehên Mêrdîn, Şirnex û Colemêrgê de “terorîst” perwerde dibin, lom ew zanîngeh dê bên girtin.

Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen hêviya xwe ya nerastibûna vê îdîayê anî zimên û got: “Heger ew gotin rast be, tiştekî  bê hişmendî ye. Li wan zanîngehan xebatên gelekî baş tên kirin. Heger li wan zanîngehan xeletî hebe, ji bo sererastkirina wan bila bixebitin, lê ne ji bo girtina wan.”

Hikûmeta AKPê sazî, tevger û kesên  wek wan nafikire ceza dike û dawiya wan girtîgeh ango binçavkirin e. Parlamenterê HDPê Kadri Yıldırım da zanîn ku ew zanîngeh li gor hişmendiya AKPê tevdigerin û wiha axifî: “Li hinceta û mahneyan digerin, dixwazin wan zaningehan bigirin. Lê iro em hemû dizanin ku hiş û hişmendiya revêbiran, cigir û dekanên fakulteyan ew hewrên li ser zanîngehan li gor AKPê ye.”

Wiha xwiya dike ku li Bakurê Kurdistanê, piştî şer, dîsan dest bi polîtîkayên asîmlekirinê jî hatiye  kirin. Pêngava yekem jî ji holê rakirina zanîngeha ye. Wê çaxê raman, demokrasî, azadî, niqaşkirin û civak jî namîne.

Jêder: Kurdistan 24

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …