Gelo êzîdî dikevin nav nasyonalîzma Ehmedê Xanî?

 

 

Ehmedê Xanî (1651-1707) ji bo nasyonalîzma (netewperestiya) kurdî roleke girîng dilîze. “Mem û Zîn” a Ehmedê Xanî wek êpîk a netewî ya kurdan tê dîtin. Destana tê de “Memê Alan” bi xwe sedsalan berî Ehmedê Xanî hebû, lê Ehmedê Xanî di versiyona xwe de bingehên fikra nasiyonalîzma kurdî danîye. Eger pirsa kesayetîyên wêjeya kurdan a netewî bê kirin, yekser û pêşin meriv navê Ehmedê Xanî û “Mem û Zîn” a wî dibihîze, Ehmedê Xanî bi taybetî ji “Mem û Zîn” a wî bûye sembolekî nasnameya netewî ya kurdan.

Lê gelo êzîdî di nasiyonalîzma “Mem û Zîn” a Ehmedê Xanî de çi rolê digrin? Ehmedê Xanî di dîroka êzîdiyan de çi rol digre? Ji bo bersivên van pirsan emê li naveroka berhemên E. Xanî binêrin. Sê berhemên Ehmedê Xanî yên naskirî hene: “Eqîdeya Îmanê”, “Nûbihara biçûkan” û ”Mem û Zîn”.

  1. Eqîdeya Îmanê
    Weke navê wê (“eqîde”) jî diyar dike, pirtûkek e ji bo hînbûna bingehên îslamî ji bo bawermendan. Eqîdeya Ehmedê Xanî eqîdeyek eş’arî (şaxeke îslamî). Eşarîtî jî nêzîkî mezheba Şafî ye, pirraniya kurd jî heta îro Şafî ne.
  1. Nûbihara Biçûkan
    Ferhengeke erebî-kurmancî bi şêweya helbestê ye. Armanca Ehmedê Xanî bi nivîsandina “Nûbihara biçûkan” ew bû, ku xwendevanên medreseyên kurdan karibin Quranê fêm bikin.
  1. Mem û Zîn
    Versiyoneke destana “Memê Alan” e. Destana “Memê Alan” bi sedsalan berî Ehmedê Xanî hebû. Versiyona Ehmedê Xanî jî tenê yek ji gelekan e. Bo nimûne versiyonek a “Memê Alan” a êzîdiyên Serhedê heye û versiyoneke din a êzîdiyên Iraqê heye

 Nasyonalîzm û îslam li cem Ehmedê Xanî

Gava em li berhemên Ehmedê Xanî dinêrin, em dibînin ku berhemên wî hemû jî îslamî ne. Di “Eqîdeya Îmanê” û “Nûbihara Biçûkan” de ev yek zelale. “Mem û Zîn” a Ehmedê Xanî, ne wek van herdûyên din, wek bingehek fikra nasiyonalîzma kurdî tê dîtin. Lê herwiha êlementên îslamî jî gelek xurt tê de diyar in Parçeyek naskirî di “Mem û Zin” a Ehmedê Xanî ku nasiyonalîzma kurdî tê de diyar dibe, ev e (li aliyê rastê wergera bi zimanê îroyîn):

“Ger dê hebûya me îtîfaqek
Vêkra bikira me inqîyadek
Rûm û ecem û ereb temamî
Hemiyan ji me ra dikir xulamî
Tekmîl dikir me dîn û dewlet
Tehsîl dikir me ‚îlm û hîkmet”

“Eger tifaqa/yektitiya me hebûya
Em ê din bin rêbertiyekê bibana yek
Tirk û faris û ereb bi tamamî
wê hemû xulamê me bûna
Mê yê temam bikira dîn û dewlet
Mê yê bi dest bixista ilm û hikmet”

Ehmedê Xanî ji bo kurdan yekîtiyek kurdan di bin mîrîtîyek kurdî de xeyal dike û dixwaze ku kurd (Xanî peyvên “kurd”, “kurmanc” û “ekrad” wek hev bikar tîne) ji deshilata ereban, tirkan û farizan xilas bibin. Lê vira jî dîsa dîn cem wî roleke dilîze, gava behsa temam kirina “dîn û dewlet” a kurdî dike. Helbet li vira tenê dîn tê wateya îslamê. Koka têgeha “dewlet” di erebiya “al-dawle” de ye. Îro têgeha “dewlet” herwiha jî wek dewletên ne dînî (sekuler) tê famkirin. Lê di destpêkê de wiha nedihat fam kirin. Yekemîn car Ebassiyan (750-1258) vê têgehê bi maneya “welat” bikar anîn, piştre têgehên mîna “dewleta emewîya”, “dewleta Harûnê Reşîd” û hwd dihatin bikaranîn. Bi derketina îdeolojiya nasiyonalîzmê û sekulerîzmê di sedsalên 18. û 19., têgeha “dewlet” berfirehtir bû û wateya “dewleta sekûler” kete nav vê têgehê.

Di dema jiyana Ehmedê Xanî de jî, têgeha “dewlet” tenê dihat wateya “dewleta îslamî” ku qanûna şeriata îslamî tê de desthilate. Anku, eger Ehmedê Xanî ji dêlva “dîn û dewlet” tenê bigota “dewlet” jî, dê dîsa di wateya “dewleta îslamî” bûya.

Îslam di “Mem û Zîn” de girîngiyekî taybet digre. Temamiya çar beşên ewil jê, derbarê pesnê xwedê û Mihemde pêxember in. Çend rêz ji “Mem û Zîn” derbarê pesindayîna Mihemed pêxember (aliyê rastê wergera zimanê îroyîn):

“Mensûx-i kirin wî dîn û millet 
Ma’lûm-i kirin elîl û îllet 
Fikrî ku cîhan cemî’î kufre
kêşa ji nibiwweta xwe sifre
Xelqê ku hebûn li rûyê erdan
Teklîf-i kirin hemî bi merdan
[…]
Şahê Erebî elem ku rakir
Kîsrayê ecem, eceb duta kir
Rûm û Hebeş û Fireng û Tatar
Herçî ku ne kir bi dîn-i îqrar,
Naçar-i gelek bi şûr fena bûn
Heta ku hinek bi dîn teba bûn
Pûtxane bi agirî di şûştin
Ateşgede cimlekî ve kuştin
Gava ewî dîn kir aşîkara
Dawidî-yû Sibtî-yû Nasara
Tewratê ewan ji bîr kir ekser
Incîl û Zebûr-i çûn ji ezber
[…]
Dawa xwe dikir bi dest û ezman
Destî wî bi şûr û dev bi quran”

“Bê desthilat kir wî dîn û millet
Zelal kiriyê nexweşî û êş
Bi fikra ku cîhan hemû kufir e
sifra pêxembertiya xwe kişand
Xelqê ku hebûn li rûyê erdan
Pêxember wan bi bi camêrî dawetî îslamê kir
[…]
Gava şahê ereba ala xwe bilind kir
Padişahîtiya farisa zû rûxand
Rûm (tirk), Hebeş (etîyopî), fireng û teter 
Kî ji wan baweriya xwe bi dînê îslamê ne anî
Ji neçarî gelek ji wan bi şûr hatin tune kirin
heta ku hinek dîn(ê îslamê) qebûl kirin
Warên pûtperestan şewitandin
Peristgehên agirperestan tevahî rûxandin
Gava wî dîn eşkere kir 
Cihû û Xacperestan
Wan Tewrat ji bîr kir yekser
Incîl û Zebûr ji bîra wan çû
[…]
Dawa îslamê dikir bi dest û ziman
Destê wî bi şûr û dev bi quran”

Wek encam dikare hêsan were gotin, ku  “Mem û Zîn” a Ehmedê Xanî çiqasî li er bingeha nasiyonalîzmek kurdî be, bi kêmanî ewqasî jî li ser bingehek îslamî ye.

Xalên nasiyonalîzma kurdî, ku di “Mem û Zîn” de diyar in, çi ne? Anku Xanî têgeha “kurd” çawa fêm kir? Xanî kurdan ji “rûm, ecem û ereban” cûda dike. Lê ew jî weke kurdan, misilman in. Xanî di “Mem û Zîn” de, tevî ku îslamiyet ji bo wî faktoreke, kurdan wek kom ji wan cûda dike, cûdatiya ji wan (tirk, ereb, ecem) di “ziman” û “qebîl” de dibîne.

Êzîdî jî ne tirk, ereb û ecem in. Êzîdî jî kurmancîaxêv in. Gelo Êzîdî jî ji ber vê dikevin nava nasiyonalîzma E. Xanî? Ne tenê di “Mem û Zîn” de, lê di hemû berhemyên Ehemdê Xanî de, yek car jî peyva “êzîdî” derbas nabe. Lewra divê em ji konteksta berhemên Ehmedê Xanî û ya dîrokî pê derxin, bê ka wiha ye an na.

Di “Mem û Zîn” de Ehmedê Xanî daxwaza dewleteke îslamî bi hikmê şerietê dike. Şeriet jî qanûna îslamî ye û êzîdî jî ne misilman in. Nikare were gotin, ku êzîdî di dema Ehmedê Xanî de bi ferzkirina qanûnên şerietê li ser wan razî bûn. Ne mimkune jî ku haya Ehmedê Xanî ji hebûna êzîdiyan tune bû. Di xetên jor ên di “Mem û Zîn” de berbiçave, ku Ehmedê Xanî pesnê îslamkirina cihanê û tunekirina dînên mayîn dide, ji ber vê jî ew nikarîbû bi hebûna êzîdiyatî razî bi. Wek encam dikare rehet were gotin ku êzîdî û êzîdiyatî di nasiyonalîzma Ehmedê Xanî de cih nagrin. Nasiyonalîzma Xanî ne pirrengiyek dînî ye. Cem wî cûdatiya sereke ya kurdan ji Ereb, Ecem û Tirkan, ziman e (û qebîl e). Lê “netewetiya” wî tenê îslamî ye, ji ber vê êzîdî û êzîdiyatî ne di nav de ne.

Xanî wiha li (kurdên) xwe û li derûdora kurdan mêze dikir û sînorên neteweyî wisa kişand. Êzîdî bi awayekî din li xwe û derûdora xwe dinêrîn û sînora dora xwe kişandin: Dînê êzîdiyan ji dînê “tirk, ereb û farisa” cûdaye, ev sînoreke. Di heman demê de dînê wan ji dînê Ehmedê Xanî jî cûda bû û Xanî ji ber vê jî êzîdiyan li derveyî sînorên xwe yê nasiyonalîzmê hişt. Wek mînak „Nûbihara Biçûkan“ pirtûkeke dersa kurmancî ye û wî „ji bo biçûket kurmancan“ nivisîyê, lê ji bo ku biçûket kurmancan hînî xwendina quranê bibin, ne ji bo ku êzîdî bixwînin û di heman demê de bimînin êzîdî. Faktora dîn ji faktora ziman li vira mezintire. Lewra bi tu awayekî ne raste ku faktora herî bingehîn ya Ehmedê Xanî ziman (kurmancî) bû. Wisa jî li cem êzîdiyan jî, ji ziman bêtir, êzîdîtî faktora girîng bû. Û li cem êzîdiyan, zimanê wan bi dînê wan ve girêdayî ye (qewlên êzîdiyan bi kurmancî ne), bi tu awayî ziman tenê bi serê xwe cem êzîdiyan rolek girîng ne dilîst û li gorî şertên dîrokî nikarîbû bilîsta, cem êzîdiyan ziman pêvekeke dînê wan e. Û têgehên “kurd” û “Kurdistan” di qewlên êzîdiyan yên rast de carek jî derbas nabin.

Di medreseyên kurdan de bernameya xwendinê hema hema hemû dersa îslamî bû. Êzîdiyan jî ji ber vê yekê zarokên xwe nedişandin xwendina medreseyan (xwendina derva). Îro herkes dizane ku êzîdiyan xwendin qedexe kiribûn. Sebeba qedexe kirina xwendin(a derve) jî xweparastina ji îslamkirinê bû (qedexekirina nivîsandin û xwendina ilmê êzîdiyan anku “xwendina hindur” jî sebebên xwe yên din hene). Medreseyên kurdan berî hertiştî ji bo fêrbûna îslamê ders didan. Lewra jî êzîdî ne tenê di naveroka “Mem û Zîn” ti rolekî nalîzin, lê di ser da jî dûrî xwendina hemû berhemên Ehmedê Xanî diman. Berhemên Ehmedê Xanî di medreseyên kurdan de dihatin xwendin. Sebeba ku xwendin li cem êzîdiyan ne bi “fermana Xwedê”, lê ji ber şertên dîrokî qedexe bû, ev mînaka ji qewlê êzîdiyan diyar dike: “Ji bo xwe hilînin nesîhetê, wa derkevtîyê mişûran û xetê, mêr î xilase bi xizmetê.” Mişûr û xet bêgûman nivîsên dînî ne.

Nasyonalîzma kurdî ya îroyîn û êzîdî

Nasiyonalîzma kurdî ya nûjen ne wek nasiyonalîzma Ehmedê Xanî ye. Îro nasiyonalîstên kurd behsa “kurdên êzîdî” wek “kurdên resen” dikin. “Kurdên êzîdî”, ku Ehmedê Xanî wan tew nas nedikir. Sembolên kurdan yên netewî, Ehmedê Xanî û “Mem û Zîn”, di dîrokê de xalek in, di kîjanê de “kurdên êzîdî” tune ne. Lê balkêşe ku êzîdiyên netewperestên kurd, Ehmedê Xanî dikin „dîroka xwe”, û wek mîsiyonerên nasiyonalîzmê pê siyaseta nasnameyê dikin. Gelo çima wisa ye? Sebeb helbet nasiyonalîzma kurdî ya nûjen e ku di destpêka sedsala 20. derket holê. Bi rûxandina Dewleta Osmanî, îdêya dewleta netewî ya sekuler şûna imperatoriyên îslamî girt. Li gorî vê şertê, nasiyonalîzma kurdî jî xwe nû kir, û ji bo çekeke nasiyonalîzma xwe li dînekî kurdan yê esîl digeriyan. Yekemîn car fikra ku dînê kurdan yê esîl, zerdeştî ye û êzîdî jî cûreyek dînê zerdeştî ye, di kovara Hawar de hat weşandin û hêdî hêdî belav bû û heta îro jî di nasiyonalîzma kurdan de heye. Bi vî awayî, nasiyonalîzma kurdî sînorên îslamê derbas kir (yan jî hewl daye derbas bike) û xwe berfirehtir kir.

Êzîdiyên nasiyonalîstên kurd jî ketine bin tesîra vê îdeolojiyê û bi berçavkên îdeolojiyeke sedsala 20., dîroka berî vê sedsalê dixwînin, lê helbet, encama vê jî, ji dîroka rast bêtir îdeolojî ye. Ew dîroka wiha naxwînin ku çawa heye, lê wiha dixwînin ku divê çawa be (li gorî îdeolojiya nasyionalîzmê). Wiha jî meriv baş dikare texmîn bike, ku derûdorên nasiyonalîst xalên din ên dîrokê, ên berî Ehmedê Xanî û yên piştî wî, bi çi berçavkê dixwînin.

Argûmana ku “Mem û Zîn” bi kurmancî hatiye nivîsandin, êzîdî jî kurmancîaxêv in û loma jî “Mem û Zîn” a êzîdiya ye, hîç ne raste. Eger hejmarek mirovan zimanek biaxivin, ew nayê wê wateyê ku hemû ji wan yek êtnîk in. Ziman dikare bibe faktora êtnîkbûnê, lê dikare nebe jî. Ehmedê Xanî mînakeke, ku zimanê hevpar nebû faktor. Ji ber vê jî, gotina ku “ ‘êzîdî’ û ‘kurd’ yek in û herdu dikarin li şûna hev bên guherandin”, ji dîroka rast bêtir îdeolojî ye. Di êtnogênêsê (pêvajoya teşkîlbûna êtnîkekê) de, dîn jî dikare rolek(e sereke) bilîze. Ehmedê Xanî jî qonaxek biwate ye di êtnogênêsa kurdan de, û li aliyê din jî sînorên êtnîkî ya êzîdiyan jî destnîşan dike. Eger dîroka berî û piştî Ehmedê Xanî derbarê nasiyonalîzma kurdî bi şêweya ya “Mem û Zîn” a wî be, we çaxê dikare were gotin ku ne êzîdî, lê kurdên misilman kurdên resenin, û “kurdên êzîdî” jî “êzîdîyên nû” ne ji ber ku ew diyardeyeke sedsala 20. nin.

Helbestvanê mezin yê êzîdî Fêrîkê Ûsiv jî ji tesîra nasiyonalîzma kurdî nê bêpar bû. Lê balkêşe ku wî naveroka nasioynalîzma Xanî ku çawa me li jor gotiye, fêm kiriye, gava dinivîse:

“Reş nabe warê Ehmedê Xanî,
wekî pirsa dîn-dewlet danî,
Mem û Zîn kire beyta ruhanî”

Fêrîkê Ûsiv dibîne ku Ehmedê Xanî dawa dîn-dewleta îslamî dikir û wek kêmasî dibîne. lê jo bo xatirê “yekîtiya kurdan” ya îroyîn wî efû dike (“Reş nabe warê Ehemdê Xanî”). Li vira dîsa em dibînin ku îdeolojiyek xwestekên xwe di dîrokê de digere û nabîne.

Lê meriv divê rêz ji nivîskarek dîrokê de û berhemên wî bigre, dîrokê qebûl bike çawa heye û ne xwestinên xwe di dîrokê de bigere. Dîrokê wisa bixwînin ku çawa heye û ne gorî ku chawa “divê” hebe.

Yilmaz Algin

Jêder: ÊzîdîPress

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Sîstema fransî pêşî li pêşniyazqanûna Macron girt

Konseya Destûra Bingehîn a Fransayê ji yekan sêyê vê belgeyê ango ji 35 xalên ji …