Gelo Ewrûpa wê fonên Hûngaryayê qut bike?

Ji ber sekna siyasî ya Orban, hilbijartina li Hûngaryayê ji aliyê Yekitiya Ewrûpa û Rûsyayê jî ji nêzîk ve dihate şopandin.

Lîderê Hûngaryayê, di nava Yekitiya Ewrûpayê de dostê herî nêzîk ê Vladîmîr Pûtîn tê naskirin.

Serokê Komîsyona Ewrûpayê Ûrsûla von der Leyen di axaftina xwe ya li Parlemena Ewrûpayê de li ser têkiliyên bi Hûngargayê re jî sekinî û sînyalên şerekî nû ya li dijî hukumeta Orban da.

Leyen got; Bruksel xwe amade dike gendelî û paşveçûna standardên demokratîk yên li Hûngaryayê (Macaristan) vekole û ji bo vê jî prosedûrên qutkirina fonên Yekitiyê Ewrûpayê têxe dewrê.

Ursula von der Leyen (Seroka Komîsyona Ewrûpayê)

Bi vê gava dawî re, hedefa Yekitiya Ewrûpayê, rasterast serokwezîrê Hûngaryayê Vîctor Orban e.

Orban di nava lîderên Ewrûpî de wekî dostê serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn tê naskirin û lewma jî di nava Yekitiyê de rastî rexneyên giran tê.

Herwiha lîderê Hûngaryayê bi salane li ser mixalefetê zextan dimeşîne û lewma jî bi binpêkirina hiqûqa Ewrûpayê tê tometbarkirin.

Hilbijartinên Hûngaryayê

Dawiya hefteya borî li Hûngaryayê hilbijartina giştî hatibû lidarxistin û partiya Fidesz a Vîktor Orban ji 54 ji % dengan wergirtibû.

Bi vê encamê Victor Orban bo cara 4. bûbû serokwezîrê Hûngaryayê.

Beriya hilbijartinê 6 partiyên mixalif ji bo dawîlêanîna rejîma Orban li hev kiribûn û Marki Zay wekî namzetê serokwezîriyê nîşan dabûn.

Victor Orban (Serokwezîrê Hûngaryayê). Orban di hilbijartina yekşemê de ji bo cara 4. hat ser kar.

Lê eniya berfireh ji ber ajîtasyona dêwane ya Orban bi ser neket û encax ji ji 34 ji % dengan wergirt.

Siyaseta Orban

Ji ber sekna siyasî ya Orban, hilbijartina li Hûngaryayê ji aliyê Yekitiya Ewrûpa û Rûsyayê jî ji nêzîk ve dihate şopandin.

Lîderê Hûngaryayê, di nava Yekitiya Ewrûpayê de dostê herî nêzîk ê Vladîmîr Pûtîn tê naskirin.

Herwiha Orban bi polîtîkaya xwe ya hişk ya li dijî mixalefetê û mafên komên civakî yên wekî LGBT’yiyan rastî rexneyên Yekitiya Ewrûpayê tê.

Lewma jî bi hêsanî dikare bê gotin, bi riya jinûvehilbijartina Orban wê serêşiya Brukselê ya ji bo Hûngaryayê di dema bê de hîn bêtir mezintir bibe.

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Linguistic struggle must be an axis of the national liberation

Interviewer: Necat Ayaz We must look at other processes of language revitalization, and in our …