Gelên di bin Tehdîtê de 2014 hat weşandin

 

 

Analîza 2014’an a Gelên di bin Tehdîtê de (Peoples under Threat) ya Koma Mafên Kêmaran (MRG) hat weşandin. Di analîzê de Sûriye, Komara Demokratîk a Kongoyê, Yemen, Sûdana Başûr û Komara Afrîkaya Navîn di serê îndeksa welatên ku di nava wan de hebûna kêmaran di bin tehdîtê de ne, hatin nîşandayîn.

Di analîza 2014’an de Tirkiye piştî Misrê ciyê xwe girt û hat destnîşankirin ku li Tirkiyeyê kurd, elewî, roman, ermen û komên din ên xrîstiyan di bin tehdîtê de ne. Tirkiye îsal di îndeksa cîhanê de 7 derence bilind bû û di nava 60 welatan de bû welatê 29’emîn.

Analîza Gelên di bin Tehdîtê de hewl dide ku salane gel an komên ku herî zêde bi gefa jenosîdê, qirkirinên mezin û şîdeta din a sîstematîk re rû bi rû mane nîşan bide û cara ewilî analîza îsal online jî hat weşandin.

Di îndeksa welatên ku hebûna gel û koman herî zêde di bin tehdîtê de ye van agahiyan cî girtin:

Somalî: Rewşa kêmaran ku di nava wan de bantû jî hene pir xerab e. Ji ber hebûna mîlîsên olî û yên eşîran ên li navend û başûrê Somaliyê ku carinan pişta didin yekîneyên Etiyopya an Kenyayê, hema hema hemû civaka Somaliyê bi rîska şîdetê re rû bi rû maye.

Sûdana Başûr: Nakokiya di navbera serok Salva Kiir û cîgirê wî Riek Machar de bi lez di Kanûna 2013’an de veguherî pevçûneke etnîk a di navbera hêzên dinka yên di bin kontrola dewletê de û koma etnîk nuer de. Di Çileya 2014’an de herî kêm 10,000 kes hatin kuştin û heta meha Adarê ji milyonekî zêdetir kes ji wargehên xwe koç kirin.

Sûriye: Artêşa Sûriyeyê ya Azad bi rengekî domdar meydanê ji mîlîtanên îslamê yên xwedî rojeva mezhebî ne û kurdên li bakur re dihêle. Kurd demeke dirêj di bin zilma Esad de mane û ji nîvê sala 2013’an û vir ve di bin êrîşên komên îslamî û Artêşa Sûriyeyê ya Azad de ne. Di encama van êrîşan de 50,000 penaber derbasî Kurdistana Iraqê bûne.

Komara Demokratîk a Kongoyê: Li gorî rêxistinên mafan ên navneteweyî asta tehdîtê ya li vî welatî ji ber van sê sebebên bi hev re eleqeder in bilind e: Zêdebûna komên çekdar ku bû sebeba pêkhatina çend pevçûnên etnîk ên li dora etnîsîte û çavkaniyên xwezayî; dewletên cîran ku bi awayekî domdar destekê didin van komên çekdar û dûbarekirina pratîka entegrekirina serhildêrên kevn bi Artêşa Kongoyê ve.

Afganîstan: Destpêka kampanyaya hilbijartinên seroktiyê ya 2014’an bû şahidê êrîşên ji aliyê Talîbanê ve ku sond xwar ku ew ê piştî paşvekişîna leşkerên biyanî piraniya welat bi dest bixe. Di heman demê de Eniya Neteweyî ku hevgirtina nû ya lîderên tacîk, ozbek û hazara ye, mixalefeta xwe ya li dijî Talîbana ku peştûn tê de serdetsin îlan kir.

Iraq: Operasyonên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAÎŞ) ya li wîlayeta Anbarê zêde bûne. Hem çalakiyên komên çekdar hem jî rewşa nearam a siyasî dike ku şerê sunî-şiî ya mezhebî jinûve bilind bibe. Di heman demê de rewşa gelek civakên biçûk ên Iraqê ku di nava wan de kildanî-asûrî, êzîdî û tirkmen jî hene,  bi taybetî yên li Nînowa, Kerkûk û li qadên din ên ku li ser wan li hev nayê kirin, ne baş e.

Pakîstan: Di vê dema ku pevçûna hilweşîner a li Pakîstanê ya bi komên çekdar ên îslamî ya li bakurêrojava pir bala medyaya navneteweyî dikişîne de, gefa kuştinên etnîk û mezhebî li welat belav dibe. Di nava wan de rîskên şîdeta polîtîk a nav-etnîkî ya li Sîndê, pevçûnên mezhebî yên di navbera komên milîtanên deobandî û barelvî de, çewsandina mezin a li dijî aktîvîstên belûcî ya li Belûcîstanê, zilma domdar a li dijî xrîstîyan û ahmadiya û kampanyaya tunekirinê ya li dijî hazara û şiiyên din a li seranserê welat a ji aliyê Leşkerê Cangvî, Sîpahê Sahaba û Talîbana Pakîstanê ve ku sala borî bi sedan kes hatin kuştin, cî digirin.

Burma/Myanmar: Nermbûna gav bi gav a hikumetên otorîter ên sîstema Burmayê didome lê welat hîn jî di jora îndeksa Gelên di bin Tehdîtê de cî digire. Sebebeke vê yekê dijminahiya her ku diçe bilind dibe ya li dijî kêmara misilman e. Di heman demê de hevdîtinên ji bo agirbestê yên di navbera hikumetê û koalîsyona ji bo muzakereyan a 16 komên çekdar ên etnîk, didomin.

Yemen: Pevçûn li çend eniyên cihê pêk tên ku ji pevçûna di navbera serhildêrên el-Hûtî (şiî) yên li bakur û eşîrên sunî û pevçûna di navbera dewletê û el-Qaîdeya li Nîvgirava Erebîstane pêk tê.

Çavkanî: Minorityrights.org

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …