Gelê kurd peyameke girîng da tifaqa AKP-MHP’ê

Bêguman Amed navenda siyaseta kurdan e. Li Amedê jî li gorî daneyên nefermî, gelê Amedê bi rêjeyeke ji sedî 62 bi ser ket. Bi vê serkeftinê jî peyameke girîng da.

Duh li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi dehmilyonan hilbijêr çûn ser sindoqan û deng dan. Di hilbijartinê de gelek hîle û binpêkirin pêk hatin. Tifaqa Cumhur a AKP’ê û MHP’ê li bajarên weke Stenbol, Enqere, Îzmîr, Antalya, Mêrsîn û Edeneyê û li gelek navendên din winda kir. Ji sala 2002’yan ve yekemîn hilbijartine ku AKP wiha mezin winda dike. Ev têk çûn di axaftina serokê giştî yê AKP’ê Erdogan a di şaneşînê de jî baştir xwe da der.

Sedema bingehîn a têkçûna AKP’ê, stratejiya hilbijartinê ya HDP’ê bû. HDP’ê li bakurê Kurdistanê polîtîkaya têkbirina qeyûman, li bajarên Tirkiyeyê jî stratejiya ku bi AKP-MHP’ê bide windakirin şopand. Tevî hemû dek û dolaban û veguhestina dengan her çiqas HDP’ê li navenda Şirnexê û Dêrsimê winda kiribe jî, li Qers û Îdirê bi ser ket. Her wiha li gelek bajaran jî dengê xwe zêde kir. Hilbijêrên HDP’î rastî gelek gefên di serî de Erdogan, AKP’iyan hatin. Lê li gel vî jî HDP’î herikîn ser sindoqan û xwedî li vîna xwe derketin.

Ji Amedê peyama kurdan

Bêguman Amed navenda siyaseta kurdan e. Li Amedê jî li gorî daneyên nefermî, gelê Amedê bi rêjeyeke ji sedî 62 bi ser ket. Bi vê serkeftinê jî peyameke girîng da. Hikûmeta ku hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bi dawî kir, li dijî gelê kurd şerekî dijwar da destpêkirin. Li bajar, navçe, bajarok û gundên kurdan qedexe ragihand û hilweşandin. Ev qedexe hîn jî didomin. Di heman demê de hikûmetê qeyûm tayînî 98 şaredariyên DBP’î kirin û di nav de hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), hevşaredar û bi hezaran endam û rêveberên HDP û DBP’î, bi hezaran siyasetmedarên kurd girtin.

Kiryarên AKP’ê rê li ber hêrsê vekir

AKP’ê bi hezaran karkerên di şaredariyan de jî ji kar derxistin û herêmên dîrokî ku weke ‘bîra kurdan’ dihatin zanîn rûxandin. Hîn bi dehan kiryarên dijminane ji hêla hikûmeta AKP’ê ve li dijî gelê kurd tên kirin. Vê yekî jî di nava kurdan de rê li ber hêrsekî mezin vekir.

Çalakiyên greva birçîbûnê

Di heman demê ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, çalakiya greva birçîbûnê hate destpêkirin û çalakî di roja 145’emîn de didome. Tevî Guven, li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, li başûrê Kurdistanê û li derveyî welat zêdetirî 7 hezar kes di greva birçîbûnê de ne. Rewşa gelek çalakvanan asta krîtîk derbas kiriye. Hêrsa gel a li dijî bêdengiya hikûmetê, em di Newroza îsal de û hem jî di hilbijartinê de diyar bû.

Buldan got ku divê hikûmet bikeva nava tevgerê

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan jî li Amedê peyama encama hilbijartinê li Amedê da û got ku tenê rêya li ber hikûmetê ew e ku tecrîdê bi dawî bike. Gelê kurd di serî de li Amedê, li her deverê peyameke xurt da cîhanê jî. Bi serkeftina HDP’ê re li gelek navendan kurdistanî daketin qadan û serkeftina xwe bi coşekî mezin pîroz kir. Yek ji van navendên jî Amed bû. Amediyên ku encamên hilbijartinê hîn bûn, dorpêça polîsan a li ser avahiya HDP’ê ya Amedê rakirin û li ber stranan govend gerandin. Di dema pîrozbahiyan de welatiyan posterên Ocalan vekirin û dirûşmên weke ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî berxwedana zindanan’ berz kirin. Herî dawî jî bi hezaran kes ber bi Girtîgeha E ya Amedê ve meşiyan û piştgiriya xwe ya bi çalakiyên greva birçîbûnê re ragihand.  Gelê kurd bi serkeftin û sekna xwe peyama ‘Em li vir in’ da tifaqa AKP-MHP’ê û cîhanê. 

Jêder: E-Rojname.com

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …