Gabriel Boric bû serokê Şiliyê

Bi vê encamê, piştî kuştina serokê şoreşger Salvador Allende ya bi destê artêşê wê serokekî çepgir li koşka serokatiyê rûnê. Wekî serok hilbijartina Gabrîel Borîc, di dîroka 40 salên dawî de pêşketineke siyasî ya pir girîng tê hesibandin.

Gabrîel Borîcê ku bû serokê nû yê Şiliyê, di axaftina xwe ya ewil de bi 3 zimanên xwecî ji civaka Şiliyê re got şev baş:

Po nui, suma aruma, pun may!

Paşê Boric bi van gotinên îspanyolî dom kir û spasiya gelê şiliyê kir:

Spas, spas ji herkesî re, spas ji hemû miletê li ser vî erda ku navê Şilî ye dijîn!

Gabriel Boric di hilbijartina 21ê kanûnê de bû serokê Şiliyê. Borîcê 35 salî ji 2014’an û vir ve wekîlê Parlemena Şiliyê bû.

Ev gotinên sembolîk wekî polîtîkaya naskirinê yên cigêrengiya etnîk ê welêt tê qebûlkirin û ji niha ve hêviyê dide gelên xwecî yên li Şiliyê.

Piştî axaftina serkeftina hilbijartinê, serokê Şiliyê Sebastiyan Pînyera, Borîc pîroz kir û paşê ew vexwend qesra serokatiyê ya li paytext Santîagoyê.

Tê ragihandin, pîrozbahiya Pînyera ya bi lezûbez ji ber hêza xurt a li paş Borîc pêk tê û ji ber vê jî sîstema siyasî têkçûna xwe wisa bi hêsanî qebûl dike.

Namzetê bloka “dengê te rûmeta te ye” Gabriel Boric di hilbijartinê de ji sedî 55’ê dengan girtibû û bi vê encamê bûbû serokomarê Şiliyê.

Boric, di hilbijartinê de bi ferqeke mezin ket pêşiya namzetê rastgir Kast ku sîstema dûmahika rejîma mîlîter a Pinochet temsîl dikir.

Bi vê encamê, piştî kuştina serokê şoreşger Salvador Allende ya bi destê artêşê wê serokekî çepgir li koşka serokatiyê rûnê.

Wekî serok hilbijartina Gabrîel Borîc, di dîroka 40 salên dawî de pêşketineke siyasî ya pir girîng tê hesibandin.

Li Şiliyê Eniya Gel ya di bin rêvebiriya gel de, Salvador Allende bi hilbijartina 1970’an anîbû ser kar û Allende bûbû serokê welêt.

Salvador Allende. Serokê şoreşger ê Şiliyê di navbera 1970-77’an de li ser kar ma. Allende di derbeya 11 îlonê ya 1977’an de hat kuştin. 

Hikumeta Allende ji bo xizmetê ji gel re bike, reformên bingehîn pêk anîbûn û ev jî di nava rejîmên kevneperest ên Amerîkaya Latîn de bûbû sebeba tirs û fikaran.

Artêşa Şiliyê ya di bin fermana general Aûgûstûs Pînoşe de, di 11’ê îlona 1977’an de derbeyeke pêk anîbû û Allendeyê şoreşger hatibû kuştin.

Piştî derbeya faşîst, 200 hezar kes hatibûn girtin, ji 2 hezarî zêdetir kes hatibûn kuştin û 30 hezar kes hatibûn îşkencekirin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Sirbên Kosovayê hilbijartinê boykot kirin

Li bakurê Kosovayê li herêma sirb lê dijîn hilbijartinên xwecîhî hatin lidarxistin. Ji ber vê …