Home / Çand / Fuara Pirtûkan a Amedê 17ê Gulanê dest pê dike

Fuara Pirtûkan a Amedê 17ê Gulanê dest pê dike

 

  1. Fuara Pirtûkan a Amedê ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi dirûşma “azadî” li dar dixe, 17ê gulanê dest pê dike. Di fuara ku 72 weşanxane beşdar dibin de panel, semîner, xwendina helbestan, pêşangeh û rojên îmzeyê yên şair û nivîskaran têne pêkanîn.

Serokatiya Daîreya Çand û Hunerê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Fuara Pirtûkan a Amedê cara pêşîn sala par li dar xistibû, fuara îsal di navbera 17-22yê gulanê de li Sumerparkê tê lidarxistin.

Fuara Pirtûkan ku malovaniya 72 weşanxaneyan dike, dê tê de panel, helbestxwendin, gotûbêj, semîner, pêşangeh û konser zêdetirê 80 çalakî bêne pêkanîn. Di van çalakiyan de pirzimanî heye û şair û nivîskar dê di rojên îmzeyê de bi xwendevanên xwe re bêne cem hev. Fuara Pirtûkan 17ê Gulanê saet 12.00an bi axaftina hevşaredar Gultan Kişanak û Firat Anli û Komîteya Fuarê dest pê bike û mêvanê rûmetê yê îsal nivîskar Ehmed Huseynî ye.

Fuara pirtûkan şeş rojan berdewan dike her roj saet di navbera 10.00 û 20.00ê de ji bo pirtûkhezan vekiriye û Komeleya Nivîskarên Kurd, PENa Kurd, Egîtîm-Sen, KURDÎ-DER, Weşanxaneya Aram, J&J û HÎVA jî piştgiriya lidarxistina vê fuarê dikin.

Sadak: Bernameya me berfireh e

Seroka Daîreya Çand û Hunerê Cevahir Sadak der barê amadekariyên fuarê de agahî dan û got ku amadekarî bi dawî hatine. Sadak, aakere kir ku 2. Fuara Pirtûkan a Amedê bi piştgiriya gelek saziyan tê lidarxistin û got ku fuar dê li Sumerparkê di konekî 2 hezar û 500 metrekareyî de bête pêkanîn.

Sadak diyar kir ku fuar bi beşdariya 72 weşanxaneyan pêk tê, di fuarê de nêzî 80 çalakîyên wêjeyî têne lidarxistin û weha axivî: “Fuara me di navbera 17-22ê gulanê de li Sumerparkê tête pêkanîn. Fuara me îsal bi şîara ‘azadî’ tê lidarxistin. Li welatê me ji her tiştî bêhtir pêdivî bi azadiyê heye. Me xwest îsal mêvanekî mey ê rûmetê jî hebe. Ehmed Huseynî ku bi helbestên xwe ruhî dide vî zimanî me got bila mêvanê rûmetê be.” Sadak, bi bîr xist ku ew li bendê ne ku ji bajar û navçeyên derdorê jî beşdarîya fuarê çêbe û bang li gel kir ku beşdarî Fuara Pirtûkan bibin.

Jêder: Diyarbakir.bel.tr

 

About infowelat.com

Check Also

Divê demildest ji bo aştiyê diyalog bên kirin

PEN’a Tirkiye û PEN’a kurdî ya bi piştgiriya PEN’a navnetewî li Amedê “Aştî çawa û …