Freedom House: Tirkiye nîv-azad e

 

 

Rêxistina mafên mirovan Freedom House rapora xwe ya salane ya bi navê Azadiya li Cîhanê 2014 weşand. Di raporê de agahiyên mafên polîtîk û azadiyên sivîl ên di derbarê hemû welatên cîhanê de hatin dayîn.

Freedom House di rapora xwe de diyar kir ku dı sala 2013’an de ji % 40’ê nifûsa cîhanê azad, ji % 25 qismî azad û ji % 35’ê wê jî ne azad e. Rêxistinê bi taybetî balê kişand rewşa li Misir, Rûsya, Ûkrayna, Azerbaycan, Tirkiye, Venezûela û Endonezyayê û diyar kir ku li van welatan li hember mafên demokratîk kiryarên cidî hatine kirin.

Hin agahiyên girîng ên ji raporê bi kurtahî wiha hatin rêzkirin

  • Li 54 welatan rewşa mafên polîtîk û azadiyên sivîl ber bi xerabûnê ve û li 40 welatan jî ber bi başbûnê ve çû.
  • Di heşt salên dawî de rapora Azadiya li Cîhanê ji deskeftinan bêtir xerabûnê nîşan da.
  • Hin lîder bi giranî “otorîterîzma modern” bi kar anîn, bêyî ku wê ji holê rakin, mixalefeta siyasî lawaz kirin û bi serdestiya hiqûqê lîstin lê ji aliyekî din jî nîzam, meşrûiyet û zengîniyê parastin. Ev lîder ne tenê ji bo li ser qanûngeriyê û rêvebiriyê lê di heman demê de bi armanca tesîrê li ser medya, daraz, civaka sivîl, aborî û hêzên ewlekariyê bikin, ketin nava lêgerînan.

statuya global

Hin îşaretên erênî yên ji bo sala 2013’an bi kurtahî wiha ne:

  • Azadiyên sivîl lê Tûnûsê pêş ketin.
  • Ji ber hilbijartina serfiraz û rotasyona bi rêk û pêk a hêzê, rewşa li Pakîstanê pêşket.
  • Li Afrîkayê, li welatên wekî Malî, Cote d’ivoire, Senegal, Madagaskar, Rûanda, Togo û Zîmbabweyê pêşketin derketin holê. Herwiha, Kenya, Honduras, Nepal û Pakîstan jî ketin nava demokrasiyên ku hilbijartininên serfiraz li dar dixin.

Li aliyekî din, di beşa welatên herî xerab a îsal de Komara Afrîkaya Navîn, Somalî, Gîneya Ekwatorê, Sûdan, Erître, Sûriye, Koreya Bakur, Turkmenîstan, Erebîstana Siûdî û Ozbekîstan derbas bû.

Di raporê de rewşa Tirkiyeyê wekî her car di bin beşa Ewropayê de hat nîqaşkirin û hat diyar kirin ku beravajiya welatên Ewropayê li Tirkiyeyê rewş ber bi xerabûnê ve çûye. Rapor eşkere kir ku serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan bêtir nêzîkbûneke otorîter nîşan daye ku di nava vê de êrîşa li hember protestovanên li Stenbolê û kampanyaya li hember rexnegirên medyayê jî hene. Ji ber performansa wê ya di mafên siyasî û azadiyên sivîl de rapor Tirkiyeyê xist nava welatên qismî azad.

Çavkanî: Freedomhouse.org

 

 

 

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Meclîsa Nûneran a Amerîka di hewldana naskirina jenosida Êzdiyan de ye

  Lijneya karûbarê derve ya Encûmena Nûnerên Amerîka bi yek deng, pirose yasaya di derbarê …