Fransa û Brîtanya berpirse mirina penaberan e

Saziya Penaberan a Fransî Utopya 56, ji qezaya trajîk a li deryaya Manşê vir ve li ser mijarê vekolîn dikir.

Saziyê pêr gihîşt wê encamê ku haya Fransa û Brîtanya ji noqavbûna bota penaberan a li Qenala Îngilîz hebûye û digel vê jî her du alî neçûne ciyê bûyerê.

Utopya56 saziyeke humanîter a li Fransayê ye û di 2015’an de hatiye damezrandin. Sazî bi tora xwe ya dilxwazan alîkariya penaberên bê kaxiz dike û ji bo wan doza hiqûqî dimeşîne.

Lewma jî saziya Fransî bi tometbariya cînayetê, li hemberê 3 rêvebiriyên hêzên ewlehiya peravê yên Brîtanya û Fransayê doz vekir.

Saziyê di serîlêdana xwe ya li dadgeha Parîsê de diyar kir, di şeva qezayê de penaberên di botê de bi telefonê hawara xwe gihandine hêzên ewlehiya peravî ya Fransî û Brîtanî.

Lewma jî di belgeya giliyê de Utopya 56 rêvebiriyên ewlehiya perevahî ya her du welatan bi cînayetê tometbar kir û doza cezakirina wan kir.

Hêzên Parastina Peravî ya Brîtanyayê. Utopya56 hem li dijî vê hêzê hem jî li dijî Hêzên Parastina Peravî ya Fransayê doz vekir.

Bûyera dilsoj a li Deryaya Manşê di 24’ê mijdarê de pêk hatibû û ji ber noqavbûna botekê, 17 ji wan Kurd, 27 penaber miribûn.

Piştî bûyerê serokê fransî Emanuel Macron û Wezîrê Karên Hundir ê welatî Gerald Darmanin  kaçaxçiyan tometbar kiribû û hewl dabû rola Fransa û Brîtanyayê ya di vê bûyerê de veşêre.

Çima terka Fransayê dikin?

Qenala Îngilîz nuqteya herî nêzîk a di navbera Fransa û Brîtanyayê de ye û lewma her sal bi hezaran penaberên li Fransayê hewl didin ji vê deverê derbasî Brîtanyayê bibin.

Qenala Îngilîz naveke din a Deryaya Manşê ye. Ciyê herî teng vê deryayê 42 km re ye û di navbera Dover û Calaisê de ye.

Piraniya kesên dixwazin terka Fransayê bikin, kesên bêkaxiz in û bi salane li bendene ji vî welatî mafê îkametê bigirin.

Lewma jî gelek ji van kesan ji bo derbasî Brîtanyayê bibin tên bakurê Fransayê û li vir di kampên demî de li hev kom dibin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …