Fransa reforma herêman qebûl kir

 

 

Parlamentoya Fransayê reforma guherîna nexşeya terîtoryal a Fransayê derbas kir. Di dengdayina ku di 19’yê Mijdarê de pêk hat de reform bi piraniya sosyalist a parlamentoyê hat qebûlkirin. Di çarçoveya reformê de hejmara herêmên Fransayê ji 22’yan dadikeve 13’yan.

Daxwazên ku demeke dirêje li herêma Alsasê ya li rojhilat û li herêma Bretonyayê ya li rojava derketibûn holê di pêvajoya dengdayina reformê de li ber çav nehatin girtin. Li gori reformê, Alsas wê tevlî herêmeke mezin ku li rojhilatê welat tê damezrandin, bibe. Partiyên herêmparêz û komên sivîl ên Alsasê bawer dikin ku bi vê gavê wê nasnameya herêmê û realîteya cografî, aborî, dîrokî û çandî ya herêmê ku ji Fransayê bêtir nêzikî Almanyayê, xisarê bibine.

Piştî vê dengdayinê hêviyên neteweperestên breton ku dixwestin departmana Loire-Atlantique tevlî herêma Bretonyayê bibe, kêm bûn. Pêşniyaza ji bo vê yekitiyê ya ji aliye hêzên breton hatibû pêşkêşkirin di roja dengdayina reformê de hat redkirin. Loire-Atlantique ku bajarê kevn ê breton Nantes paytexta wê ye, heta 1941’an parçeyeke Bretonyayê bû.

fransa13

Lê hêviya yekitiya Bretonyayê hîn ji bi tevahî bi dawî nebûye. Di çarçoveya “mafê tercihe” yê reforma nû de her departman ji sala 2016’an û wir de wê bikaribe ji herêma xwe ya heyî veqete û beşdarê herêmeke din ê cîran bibe. Lê ji bo vê jî divê ji pêncan sêyê endamên meclîsa departmanê dengen erênî bi kar bînin. Tê ragihandin ku wê di meclîsa heyî ya departmana Loire-Atlantiqueê de destekeke wiha ji bo vê yekitiyê dernekeve holê.

Meha borî Senatoya Fransayê pêşniyazeke ku hejmara herêmên nû derdixist 15’yan qebûl kiribû. Di vê pêşniyazê de Alsas hebûna xwe didomand û herêmên Midi-Pyrenees  û Languedoc-Roussillon nedibûn yek.

Çavkanî: Nationalia.info

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …