FLNC’ya Korsîkayê têkoşîna çekdarî bi dawî dike

 

 

Rêxistina çekdar a Korsîkayê biryar da ku mînakên IRA û ETA’yê yên ji bo çareseriya promlemên Îrlandaya Bakur û Welatê Baskê  bişopîne. FLNC diyar kir ku Meclîsa Korsîkayê ji Fransayê daxwaza guherînên polîtîk kiriye ku demeke dirêje tevgera  serxwebûnxwaz a giravê ji bo vê têkoşînê dikir.

Eniya Rizgariya Neteweyî ya Korsîkayê (FLNC) ku rêxistina sereke ya çekdar a Korsîkayê ye, bi daxuyaniya xwe ya di 25’ê Hezîranê da diyar kir ku ew ê “pêvajoyeke demîlîtarîzasyonê û gav  bi gav legalbûnê” bide destpêkirin. Rêxistinê da xuyakirin ku wê parastina serdestiya Korsîkayê bi riya amûrên siyasî û demokratîk pêk bên.

Di daxuyaniyê de FLNC konteksta ewropî ya têkoşîna serdestî û serxwebûnê ji bo vê biryarê  referans nîşan da. Bêyî ku rasterast qala IRA û ETA’yê bike, rêxistina çekdar destnîşan kir ku “piştî salên berxwedan û fidakariyê, têkoşînên bask ê îrlandî destûrê da van gelan ku pêşketineke mezin a siyasî pêk bînin.”

FLNC di daxuyaniyê de qala pêvajoyên aştiyane yên li hin welatên Ewropayê ku bi riya referandûmên serxwebûnê pêş de diçin kir û ji bo vê, Montenegro, Skotland, Katalonya û “pêvajoya dekolonîzasyonê” ya li Kaledonyaya Nû nîşan da.

Pêşketinên dawî yên li Korsîkayê jî di daxuyaniya FLNC’yê de cî girtin. Rêxistinê di daxuyaniyê de got ku Meclîsa Korsîkayê di demên dawî de ji Fransayê daxwaza statuya fermî ya zimanê korsîkî ya ligel zimanê fransî û bi tenê ji bo korsîkiyan naskirina statuya xwecîtiya giravê kiriye. Li gorî daxuyaniyê, pêkanîna vê daxwaza duyemîn “kiryara yekemîn a naskirina neteweya korsîkî ye.” Van daxwazan ji aliyê rêxistinên alîgir ên serxwebûna Korsîkayê ve demeke dirêje tê kirin.

CORSE

Kurtedîroka têkoşîna FLNC’ê

FLNC cara ewilî di 4’ê Gulana 1976’an de bi êrîşên bombeyî yên li dijî avahî û hedefên din ên dewletê yên li bajarên Korsîkayê ket rojevê û rojekê piştî van êrîşan bi manîsfestoyekê hebûna xwe îlan kir. Rêxistinê di manîfestoya xwe de van daxwazan anî ziman:

  • Paşvekişandina hemû amûrên kolonyalîzma fransewî (Artêşa Fransewî û kesên bi eslê xwe fransewî yên li Korsîkayê bi cî bûne).
  • Damezrandina hikumeteke demokratîk a gel ku wê daxwaz û pêdiviyên gelê Korsîkayê îfade bike.
  • Destdanîna ser milkên kolonyal.
  • Pêkanîna reforma axê ya ji bo karkerên cotkar û jiholêrakirina hemû formên kedxwariyê
  • Mafê diyarkirina qederê ya gelê Korsîkayê.

 

FLNC di salên li dûv damezrandina xwe de û li dijî hedefên leşkerî, siyasî û aborî yên Fransayê gelek êrîşên bombeyî pêk anî. Di salên 1980’an de rêxistinê ji derveyê Korsîkayê, li bajarên Parîs û Marsîlyayê yên li Fransayê dest bi êrîşên bombeyî kir. Êrîşên rêxistinê di salên 1990 û 2000’an de kêm bûn lê ti carî bi dawî nebûn. Bi kuştina waliyê fransî yê li Korsîkayê Claude Erignac FLNC û problema Korsîkayê careke din bi gurahî ket rojeva Fransayê. Piştî vê êrîşê ji bo çareseriyê problemê gelek nîqaş hatin meşandin û hin hewldan pêk hatin.

Çavkanî: Natinonalia.info /Wikipedia.org

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hong Kong: Ji bo civakeke cihê paşxaneya nasnameyeke xwerû

    Protestoyên ji bo demokrasiyê li erdeke ku 150 sal in di riya xwe …