Peymana Fîlîpînê û serhildêran

Hikumeta Fîlîpînê û serhildêrên misilman li ser parvekirina çavkaniyên li Mîndanaoyê li hev kirin. Bi vê gave, astengiyeke mezin li ser riya bidawîkirina şer ji hole rabû û hêviya îmzekirina peymana dawî zêde bû.

Nûnerên hikumetê û Eniya Rizgariya Îslamî ya Moroyê (MILF) piştî hevdîtinên şeş rojan a ku mazûvaniya wan ji aliyê Malezyayê hatin kirin, di 13’yê Tîrmehê de peyman îmze kirin û qonaxa girîng a parvekirina çavkaniyan li dûv xwe hiştin.

Berpirsê heyeta hikumetê Miriam Coronel-Ferrer li ser mijarê da xuyakirin ku hikumet di warê îmzekirina peymana dawî ya di çend hefteyên li pêş de bi hêvî ye û wiha dom kir: “Ev peyman nîşan dide ku her du alî jî ji dil dixwazin muzakereyên aştiyê bi dawî bikin. Ti kes naxwaze vê pêvajoyê bê encam bi dawî bibe. Ferrer da zanîn ku lihevkirina dawî ya aştiyê bi MILF’ê re dikare piştî bidawîbûna meha Remezanê pêk were.

Muzakarevan Ferrer li ser xeteraya xerabûna pêvajoyê jî her du aliyan hişyar kir û destnîşan kir ku eger pêvajo bi lihevkirinê bi dawî nebe wê koma Şervanên Azadiyê ên Îslamî yên Bangsamoro (BIFF) ji vê rewşê îstifade bikin. Rêxistina navborî ku xwedî 200 endamên mîlîtanên radîkal ên îslamî ne li hember muzakereyên aştiyê reaksiyon nîşan da û di sala 2011’an de ji MILF’ê veqetiya.

384px-Mindanao_Red

Cigirê serokê mijarên siyasî yên MILF’ê Gazalî Cafar jî got ku tevgera wan li bendê ye ku muzakereyên dijwartir di dema bê de derkeve pêşiya wan. Cafar van agahiyan dan: “Heta ku şert û mercên zelal ên ji bo ewlehiya wan pêk neyên, şervanên wan wê bêçek nebin. Di heman demê de divê –eger pêk were- piştî bêçekbûna wan, li hember  tacîzkirina şervanan a ji aliyê yekîneyên artêşê garantî bê dayîn.”

Naveroka peymanê

Di çarçoveya peymanê de wê ji % 75’ê dahata ji çavkaniyên xwezayî yên ku ji herêma misilman tên bidesxistin, li herêmê bimîne. Di destpêka muzakereyan de hikumet bi hinceta ku dadgeha bilind wê peymanê betal bike, daxwaza pareke mezin a çavkaniyan dikir. Li ser çavkaniyên enerjiyê jî her du alî li ser parvekirina wekhev li hev kirin. Di mijara enerjiyê de daxwaza destpêkê ya tevgera misilman bidestxistina ji % 60’ê çavkaniyan bû ku di nava wê de gaz jî heye. Tê texmînkirin ku li herêmê potansiyeleke zengîn a gazê heye.

Mîndanao ku der e?

Mîndanao girava duyemîn mezin a li Fîlîpînê ye û li başûrê welat cî digire. Herêmeke rojavayê giravê misilman in û tevgera MILF’ê bi armanca xweseriya herêmê ji salên 1970’an û vir ve şerê gerîla daye destpêkirin. Tevger berxwedaneke xurt a gerîla dimeşîne û xwedî 12.000 gerîlayan e. Heta niha di vî şerî de ji her du aliyan qasî 150.000 mirov hatine kuştin û 100.000 mirov jî ji wargehên xwe koç kirine.

Girava Mîndanaoyê xwedî çavkaniyên zengîn ên zêr, sifir û mîneralên din e ku nirxê wan qasî 840 milyar dolarî tê texmînkirin. Girav di heman demê de navendeke çandiniyê ye û beşeke girîng a çandiniya Fîlîpînê li vir tê kirin.

Çavkanî: www.aljazeera.com

www.foxnews.com

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …