Ferhenga Paşnavên Ermen a  C.K Garabed tê weşandin

Ferhenga Paşnavên Ermen a ji aliyê C.K.Garabed hatibû amadekirin wê di demeke nêzîk de li ser înternetê bê weşandin. Bi armanca danasîna ferhengê wê li New Yorkê bernameyekê bê lidarxistin û  di bernameyê de C.K. Garabed bi navê “Di Navekî de Çi Heye? Etîmolojiya Paşnavên Ermen” semînerekê pêşkêş bike.

Projeya amadekirina ferhengê cara pêşiyê di salên dawiya 1970’yan hatiye hişê Garabed. Lêkolîner di wan salan de ji rêberên dêrên ermen navan berhev kiriye. Di encama vê xebatê de heta aniha qasî 10,000 navên ermen hatine berhevkirin. Taybetiyên paşnavên ermen di vê pêvajoyê de bala Garabed kişandiye û ev jî kiriye ku lêkolîner xebateke xwerû li ser vê mijarê bike.

Di  Ferhenga Navên Ermen de nivîsa destpêkê ya ji bo ferhengê, Rêbera Bilêvkirinê û lîsteyeke ji A’yê heta Z’yê cî digire. Bi armanca herkes bi hêsanî bikaribe bigihîje ferhengê Garabed biryarê daye ku xebata ji bo weşandinê ji malpera Armeniapediayê bişîne.

Di dema amadekirina vê xebatê de Garabed hin ferhengên giranbuha yên ermen jî bi kar anî ye. Ev ferheng ev in: Ferhenga Bingeha Navan û Ferhenga Etîmolojiyê ya Zimanê Ermen ên Hrachia Acaryan, Ferhenga Paşnavên Ermen a Tîgran Avetîsyan, Ferhenga Ravekirinê ya Stepan Malxasyan. Herwiha, lêkolîner di vê xebatê de ji ferhengên erebî, ermenî, suryanî, azerî, gurcî, yewnanî, kurdî, farisî û tirkî jî sûd wergirtiye û ji gelek kesên di vê mijarê de xwedî zanebûnê ne agahî wergirtiye.

Nivîskar Garabed di li ser vê xebata xwe wiha diaxive: “Ez carinan difikirim ku em ermen ji komên din ên etnîk bêtir xwedî paşnavên balkêş in. Yekî dikare bibîne ku navekî ermen di derbarê kesê xwediyê vî navî de dikare hin tiştan pêşkêş bike. Ev tişt ev in: ciyê cografîk ê jê hatiye, taybetiyên fîzîkî yên mirov, hin rewşên din ên taybet û hin navên ku bi mebesta heqaretê rêvebirên tirk li wan kirine.”

Li ser pirsa ku ‘çima mirov di dewsa navên hêsan de navên kêm tên dîtin li xwe kirine de Garabed van agahiyan dide: “Mirov pirî caran bi navên xwe ve girêdayine ji ber ku vê yekê hesta domdarî û kevneşopiyê bi wan re çêdike. Di heman demê de bi riya pêkanîna bîranîna nasnameya wan a wekî xrîstiyanekî ermen, daxwaza birûmetkirina şehîdan jî rolekê dilîze. Divê em spasdar bin bo van endamên gelê ermen ku wan wekî şahidiya dîrokî ya zilma pêşiyên wan di destên tirkan de dîtine, navên wan kesan li xwe kirine. Eger ermen ne girêdayî navên xwe bûna, ez îro nikaribûm li ser projeyeke wiha bixebitiyama.”

C.K Garabed kî ye?

C.K.Garabed (Charles Garabed Kasbaryan) di hemû jiyana xwe de di nava rêxistinên ermenên Diyasporayê de cî girtiye. Wekî nivîskar û edîtor li ser mijarên siyasî û civakî yên ku bandorê li ser gelê ermen dikin, nivîsî ye.

Nivîsên Garabed ji 40 salan zêdetir di çapemeniya ermen a li diyasporayê hatine weşandin. Wî cara pêşiyê di 1989’an de di rojnameya hefteyî “The Armenian Weekly”ê  de dest bi nivîsandina koşeyekê kiriye.  Wî heta aniha 29 sal in nivîsandina di vê koşeya bi navê “Lênûska Apê Garabed” domandiye. Garabed di vê koşeyê de cureyên meselok, fiqre, gotinên pêşiyan, helbest, tiştanok û tiştên bi rengî pêşkêş dike. Herwiha, ew di deh salê dawî de, di her gotarê de dahûrandina paşnavên ermen ku ji aliyê ziman ve ji zimanên ermenî, farisî, kurdî, tirkî û erebî hatine, pêşkêşî xwendevanan dike.

Nivîskar, di 2014’an de “Rêbera Diyalekta Dîkranagerdî”  weşandiye. Di vê pirtûka ku cureyekî ferhengê ye, bi sedan peyv û vegotinên ji diyalekta ermeniya dîkranagerdê ku niha jê re Diyarbekir (Amed) tê gotin, cî digirin.

Jêrenot: Dema xebata ferhengê bi dawî bibe wê di vê lînkê de bê weşandin:

http://www.armeniapedia.org/wiki/Dictionary_of_Armenian_Surnames_(In_Process)

Înfowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Sefîrên Çandî wê zimanê galî biparêzin

Hukumeta Galê bi mebesta teşwîqkirina axaftina ziman pengavekê da destpêkirin. Hukumetê dixwaze bi riya “sefîrên …