FARC’ê ji bo aştiyê şertê parlamentoyê danî

 

 

Hêzên Çekdar ên Şoreşger a Kolombiyayê (FARC) ji sala 1964an ve li hemberî hikumeta Kolombiyayê şerê gerîla dimeşînê.

FARC’ê ji hikumeta Kolombiyayê di parlamanê de daxwaza parlamenteran kir.

Rêxistina FARC’ê ev 3 sal in bi hikumeta Kolombiyayê re hevdîtinên aştiyê dike. FARC’ê îro di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand ku ‘em dixwazin di siyaseta zelal de aktif cih bigrin û di kongreye de herî hindik du dewran em dixwazin bibin xwedî mafê axaftinê.

FARC’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got ku “divê endamên me ji mafê parastina makeqanûnî îstîfade bikin û di pêvajoya şerê navxweyî de ji bo sûcên ku hatine kirin divê lêpirsîneke bêalî û serbixwe bê destpêkirin.

Di şerê navxweyî de ji 200 hezarî bêtir însan hatin kuştin

FARC 51 sal berê wekî baskê leşkeri yê Partiya Komunîst ava bû. Heta niha di şerê navxweyî yê hêzên artêşa Kolombiyayê û gerilayên FARC’ê de ji 200 hezarî bêtir însan jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha di nava FARC’ê û hikumeta Kolombiyayê de hevdîtinên aştiyê di Mijdara 2012’an de destpêkiri bû. Di 23ê Îlonê de di navbera Serokê Kolombiyayê Juan Manuel Santos û rêvebiriya FARC’ê de li paytexta Hawana ya Kûbayê ji bo plankirina çekdanînê peymanek hatibû îmze kirin.

Jêder: Sputnik News

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …