FARC “navberekê” da hevdîtinên aştiyê

Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) da xuyakirin ku ew ê navberekê bide hevdîtinên pêvajoya çareseriyê ya bi hikumeta Kolombiyayê re. Di daxuyaniyê de pêşniyaza damezrandina Meclîsa Neteweyî ya Damezrîner ji nû ve hat kirin.

Rêxistinê, di 22’ê Tebaxê de diyar kir ku ji bo analîzkirina pêşniyaza referandûmê ya ji bo peymana dawî ya di navbera FARC’ê û hikumetê de, wê “navberekê” bide diyaloga xwe ya ji bo aştiyê ya bi hikumetê re.

Di daxuyaniya ku ji aliyê endamê rêxistinê Pablo Catatumbo li paytexta Kuba Havanayê hat xwendin de hat destnîşan kirin ku ew ê rêxistin di navberê de nêrînên gel ên li ser mijarê jî werbigire. Catatumbo da zanîn ku piştî vê navberê, wê hevdîtin ji ciyê mayî berdewam bike. Di heman daxuyaniyê de pêşniyaza rêxistinê ya damezrandina meclîseke damezrîner ji nû ve hat dûbarekerin.

Hikumeta Santos, serokên partiyan (Partiya U, Partiya Muhafazakar, Partiya Lîberal, Partiya Guherîna Radîkal û Partiya Kesk) di 22’yê vê mehê de ji bo referandûmê ku destûrê morkirina peymana dawî ya aştiyê bide, pêşniyarqanûnê radestî Senatoyê kir. Li gorî pêşniyarqanûnê, wê referandûm an di roja hilbijartina giştî ya 9’ê Adarê de an jî di roja hilbijartina seroktiyê ya di 25 Gulana 2014’an de pêk were.
Çavkanî: www.eitb.com

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …