Facebook parvekirinên kurdan sansur dike

 

 

 

Koma Facebookê ya bi navê “Save Kobane” daxuyaniyeke di derbarê sansura Facebookê ya li dijî naveroka kurdî parve kir. Komê di daxuyaniyê de got ku Facebook dest bi jêbirina wêneyên gerîla, Ocalan, alên Kurdistanê û yên dayikên dewletê protesto dikin ya di koma wan de kiriye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Facebook ji komê re gotiye ku standardên wan ê parvekirina wêne û belgeyan heye û ji wan xwestiye ku her cure wêne û agahiyên ku van standardan “binpê” dikin divê parve nekin.

Komê di daxuyaniyê de wiha got: “Tirkiye û Facebook wiha xuya dike ku bi tevahî bi hev re ne: mafên bingehîn ên ji bo hemû gelên cîhanê tên qebûlkirin, ji bo gelê kurd nayê naskirin. Rûpeleke Facebookê bi navê “Fuck Kurdistan Greece û Ermenîstanê” standardên vê şîrketa bi prestîj a bi vê mîsyona xwe ya birûmet, binpê nake.”

Komê destnîşan kir ku Komara Tirkiyeyê dewleteke ewqas şikestinbar e ku hilgirtina ala kurd a ji aliyê yextiyarên kurd xwe gefeke li dijî xwe dibîne.

Înfowelat

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …