Puigdemont û Junqueras ji bo Parlamentoya Ewrûpayê hatin hilbijartin

Serokên partiyên serxwebûnxwaz ên li Katalonyayê di hilbijartina ji bo Parlamentoya Ewrûpayê de hatin lidarxistin de bi ser ketin. Di hilbijartinê de partiyên serxwebûnxwaz hema hema ji % 50’yê dengên li Katalonyayê girtin û du lîderên katalan bi ser ketin.

Wekî ku dihat texmînkirin, serokê Katalonyayê yê li sirgûnê Carles Puigdemont û cîgirê wî yê kevn Oriol Junqueras ku ji ber referandûma serxwebûnê di girtîgehê de ye, ji bo Parlamentoya Ewrûpayê hatin hilbijartin. Puigdemont a bi navê Llirues per Europa ji % 28’ê dengên li Katalonyayê li Parlamentoya Ewrûpayê 2 kursî bi dest xistin. Llirues per Europa ji 995.000 dengên li Katalonyayê bi dest xist. Koma Junqueras Ara Repúbliques  jî ku ji aliyê partiyên neteweperest ên Bask û Galîsyayê hat destekirin, ji % 21.1’ê dengan bi dest xist û bû xwediyê 3 kursiyan. Her du lîder jî di nava tifaqa Junts per Catalunya(Ji bo Erê Yekbûn) beşdarê hilbijartinê bûn. Bi van encaman, eniya serxwebûnxwaz a katalan di hilbijaartina YE’yê de (Yekitiya Ewrûpayê) li welat bû xwediyê ji % 49.82’yê dengan.

Puigdemont di lîsteya Llirues per Europa ya
tifaqa Junts per Catalunya (Ji bo Katalonyayê Yekbûn) beşdarê hilbijartinê bû û ji % 28’ê dengên li Katalonyayê bi dest xist. Bi vê encamê
Junts per Catalunya li Parlamentoya Ewrûpayê bû xwediyê 2 kursiyan. Llirues per Europa ji 995.000 dengên li Katalonyayê bi dest xist. Koma Junqueras Ara Repúbliques  jî ku ji aliyê partiyên neteweperest ên Bask û Galîsyayê hat destekirin, ji % 21.1’ê dengan bi dest xist û bû xwediyê 3 kursiyan. Bi van encaman, eniya serxwebûnxwaz a katalan di hilbijaartina YE’yê de (Yekitiya Ewrûpayê) li welat bû xwediyê ji % 49.82’yê dengan.

Puigdemont li ser serfiraziya hilbijartinê li Belçîjkayê daxuniyek da û got ku encamên hilbijartinê “hêza projeya wî” ya li sirgûnê nîşan dide. Puigdemont diyar kir ku encamên hilbijartinê desteka ji bo serxwebûnê carek din li ber çav raxistiye.

Barselona ket destên katalanîstan

Sembola Şaredariya Barcelonayê

Di hilbijartina lokal de şaredariya Barselonayê careke din ket destê partiyeke katalanîst. Ernest Maragallê ji ERC’ê (Partiya Komarger a Katalan) di hilbijartina ji bo Barselonayê de namzeta Barcelona en Comu ku di heman demê de şaredarê bajêr bû, têk bir û bû şaredarê nû yê paytexta Katalonyayê. Hêjajî gotinê ye ku her du rêxistin jî di meclîsa Barselonayê de 10 kursî bi dest xistin û ev jî bû sebeba nîqaşên li ser awayê pêkanîna rêvebiriya nû.

Piştî vê encamê, Ada Colau pêşniyaz kir ku di navbera partiya serfiraz û rêxistina wê de ji bo rêvebirina Barselonayê tifaqekê bê pêkanîn. Lê çav li rê ye ku Maragall ji bo Barselonayê rêvebiriyeke neteperest ku destekê bide serxwebûna Katalonyayê damezrîne.

Înfowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …