Ewropa û neteweperestiyên kevn

Lêkolîner Ignasî Meda diyar dike ku guherîn tiştekî domdar e û lewma jî li cîhanê sîstem û binyadên (strûktûr) bêdawî tune ne. Meda dibêje ku konsepta guherînê di qada kar de pir eşkereye û dide zanîn ku mirov li ser mijarên kar disekine pirî caran qala “adabtebûn”, “biguhere an bimire”, “transformasyon” û “pêşketina teknolojiyê” dike.

Meda paşê li ser “binyadên polîtîk” û “dewletên neteweyî” disekine vê pirsê dipirse: “Gelo ew jî wekî her tiştên din diguherin?” û bersiva erênî dide vê pirsê. Lêkolîner diyar dike ku ew ê li ser pêdiviya guherîna netewe-dewletên kevn ên ewropî û di dewsa wan de avakirina dewleteke hevpar ji bo hemû Ewropayê du gotaran pêşkêş bike.

Ignasî Meda bi vîdyoyekî dixwaze bêwatebûna hebûna domdar a hêzên polîtîk ên ewropî li ber çavan raxe. Di vîdyoyê de ji sala 1500’î heta dema niha guherîna domdar a hêzên ewropî, jiholêrabûna împaratorî û dewletan, avakirina dewletên nû û guherîna sînorên dewletan tê nîşandayîn. Meda bi vê vîdyoyê eşkere dike ku ti neteweyekê ewropî heta dawîyê nikare hebûna xwe bidomîne.

Çavkanî:

http://one-europe.info/

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …