Esclave de Daech tê weşandin

 

 

 

 

Jina kurd a êzdî Jinan ku ji aliyê DAIŞ’ê êsîr hatibû girtin, bîranînên xwe bi pirtûkekê vegot. Pirtûka bi navê “Esclave de Daech” (Koleyê DAIŞ’ê) wê vê hefteyê li Fransayê bê weşandin.

Jinan dema ji aliyê rêxistina îslamî hatiye revandin 18 salî bûye û di pêvajoya 3 mehên di destê vê rêxistinê de maye rastî îşkence, tecawiz û kiryarên din ên xerab hatiye. Pirtûk bi hevkariya rojnamegerê fransewî Thierry Oberele ya bi Jinan re derketiye holê.

Piştî keça êzdî Jinan ji navçeya Şengalê ya Mûsilê hatiye revandin, di destpêkê de ji aliyê polîsekî ve hatiye kirîn û paşê meleyekê ew kiriye.150901-jinan-esclave-daech-fayard3

Jinan diyar dike ku ew di dema êsiriya xwe de tevlî jinên êzdî di xaniyekî de hatine girtin û van agahiyan dide:

“Li me îşkence kirin û xwestin me bi zorê bikin misilman. Dema me vê daxwazê red dikir, li me dixistin û li bin tavê em girêdidan.  Ava ku tê de mişkên mirî hebûn, bi me bi zorê didan vexwarin.”

Piştî êsiriya xwe ya 3 mehan, Jinan ji wir direve û xwe digihîjîne malbata xwe ya ku di kampeke li Başûrê Kurdistanê dijî.

Înfowelat

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …