Ensîklopediya kurdî – Wîkîpediya

Gotarên di beşa kurdî de nagihe 22 hezaran û ji bo zimanekî weke kurdî ev hejmareke pir kêm e.

Teknolojjiya îro ku heye gelek xewnên ku pêkanîna wan ji bo miletekî bêdewlet hema hema nemumkin e dike rastî. Weke nimûne ensîklopediya bi kurdî ya Wîkîpediya.

Îsal 15 saliya ensîklopediya azad ya dîjîtalî Wîkîpediya ye. Di vê ensîklopediya ku li ser înternetê ji her kesî re vekiriye de halê hazir bi 280 zimanan nivîs û gotar hene.

Di nav van zimanan de kurdî jî heye. Yek ji rêvebirên Wîkîpediya kurdî, kesê ku di ensîklopediyê de navê Gomada bi kar tîne ye.

Wîkîpediyaya pêşî di destpêka 2001ê de li amerîka dest pê dike. Ya kurdî sê salan piştre, di 2004ê de vedibe. Ji hingî ve kesên cuda bi dilxwazî pê ve mijûl bûne heta ew gihandine asta îro. Gomada, ango Mirad bixwe ev nêzîkê heşt salan e ku di ber xwendina xwe re bi beşa kurdî ve mijûl e.

Belê, di nav van 15 salan de Wîkîpediya ku ne pereyan ji kesekî distîne, ne jî dide kesekî û ew li ser pişta dilxwaz û xwebexşan e roj bi roj meztir bûye û niha ew ensîklopediyeke qerase ye. Bi bisedan zimanên cuda zêdetir ji 25 mîlyon gotar tê de hene.

Lê gotarên di beşa kurdî de nagihe 22 hezaran û ji bo zimanekî weke kurdî ev hejmareke pir kêm e. Mirad dibêje sebebên cuda yên vê qelsiyê hene.

Bi demê re Wîkîpediya şaxên nû vedane. Wek nimûne di bin zimanê kurdî de beşên WîkîPirtûk, WîkîNûçe, WîkîGotin û hwd hene. Di nav van şaxan de ya herî dewlemend jî ferhenga kurdî – kurdî WîkîFerheng e. Wate, rêziman û etîmolojiya zêdetir ji 450 hezar peyv di WîkîFerheng de têne şîrove kirin. Ev jî dike ku ferhenga kurdî ya di Wîkîpediya de je hemû ferhengên kurdî yên çapbûyî meztir e. Û ew di nav ferhengên li ser Wikipediya de jî yek ji deh ferhengên sereke ye.

Sedema ku ferhenga kurdî ya di Wîkîpediya de ewqas pêş ketiye, xebatên li ser torên civakî, nexasim Facebookê ne. Di Facebookê de grûp hene ku bi sedan kes di wan de li ser pirsên zimên radiwestin û encama gotûbjan derbasî WîkîFerhengê dikin. Sedemeke din li gor Mirad ew e ku nivîsandina peyvekê ji ya gotarekê hêsantir e.

Rexneyeke wiha heye ku hema kî çi bixwaze dikare di Wîkîpediya de binivîse û loma ew ne çavkaniyeke pêbawer e. Bes Mirad dibêje kontroleke baş nisbeten heye, lê ji bo ku hem kontrol baştir bibe hem jî Wîkîpediya kurdî were zengîn kirin da ew bibe çavkaniyeke çêtir pêwistî bi dilxwazan heye.

Jêder: Sverige Radio

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Katalanî di Wikipediayê de ket pêşîya fransî

Li gorî ensîklopedîya dîjîtal Wikipediayê, katalanî zimanê 5. ê herî baş ê vê platformê ye. …