Bi mebesta baştir birêvebirina karûbarê kurdên êzdî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê damezirandina Encûmena Bilind a Êzdiyan erê kir. Nûnerê kurdên êzdî yê di Parlemena Kurdistanê de Şêx Şamo got ku damezirandina vê encûmenê gelekî girîng e.
Nûnerê Kurdên Êzidî Şêx Şamo di derbarê mijarê de wiha axivî: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê erê bo damezirandina Encûmena Bilind a Êzdî da. Wê ev encûmen ser bi Encûmena Rûhanî û Hikûmeta Kurdistanê ve be. Ez 100% ligel damezrandina vê encûmenê me. Ji ber ku Encûmena Rûhanî encûmenekî kevine û pêwîstiya wê bi mîkanîzmek nû heye bo rêxistina karûbarê êzdiyan.
Şamo axaftina xwe wiha dom kir: “Divê di damezirandina vê encûmenê de hemî deverên cografî yên kurdên êzidî li Herêma Kurdistanê berbiçav bêne girtin û razîbibin. Divê bernameyekî taybet bo vê encûmenê hebe û li gorî wê bernameyê gereke kar were kirin. Wê çend komîtên taybet hebin û her komîtek dê karek pê bê sipartin.”
Herwiha, Şêx Şamo got ku ku di reşnivîsa Destûra Herêma Kurdistanê de rê bo avakirina wek vî encûmenî bo kurdên êzidî hatiye dan.
Jêder: Basnews