Encamên hilbijartinên li Rojhilatê Kurdistanê diyar dibin

Li eyaleta Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê, 7 parlamenter diyar bûn lê 2 namzet derbasî dora dudiyan bûn.

Jimartina dengên hilbijartinên giştî yên Îran û Kurdistana Îranê ber bi xilasbûnê ve diçe.

Li bajarên eyaleta Kirmaşanê ya Kurdistana Îranê jî jimartina dengan kêm mane û dikin xelas bibin.

Li gorî agahiyan, li bajarê Îslamavaya Rojava, namzetê reformîst Hişmetullah Felahetpîşe serkeftin bidest xistiye, li navçeyên Sehne-Hersîn-Kingawerê jî, ku tenê nûnerek wan heye, Hesen Silêmanî piraniya dengan bidest xistiye.

2038257

Li Qesra Şîrîn, Serpêl û Gîlan xerbê jî Ferhad Teczî hevpişkên xwe li dû xwe hişt û li Pawe-Hewramanê jî Şehab Nadirî bilîta parlamentoyê qezenc kir.

Li navçeya Sinqerê jî mela Seyîd Cewad Husênî Kiya, serkeftin bidest xist.

2038263

Li bajarê Kirmaşanê jî 2 parlamenter misoger bûne lê ji bo hilbijartina parlamenterê din, dê 2 namzet di dora duyem de hevrikiyê bikin.

Li gorî qanûnên Îranê, eger namzetek nekare di hilbijartinan de dengên pêwîst bidest bixe, mecbur dimîne ku derbasî dora duyem bibe. Dora duyem jî mehekê piştî hilbijartinan tê kirin.
8 nûnerên eyaleta Kirmaşanê li parlamentoya Îranê hene.

Jêder: Sputnik News

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Bakurê Gola Wanê û midaxaleyên demografyayê

Îkram Îşler Li Kurdistanê ligel çend deverên din, herî zêde dora Gola Wanê bûye armanca …