Em serhildêr in: Sahraya Rojava

 

 

 

Belgefîlma li ser têkoşîna rizgariya Sahraya Rojava ya bi navê “Em serhildêr in: Sahraya Rojava” hat kişandin.

Em serhildêr in rêzebelgefîlmek di derbarê çar welatên hatine dagirkirin û têkoşîna wan a ji bo serxwebûnê ye de ye. Di çar beşan de li ser pêvajoya Kaledonyaya Nû ya ji bo dekolonîzasyonê, tevgera serxwebûnê ya katalan, nakokiya di navbera Brîtanya û Îspanyayê ya di mijara Cebelîtariqê de û têkoşîna demdirêj a gelê sahrawî tê sekinandin.

Belgefîlm ji aliyê derhêner Luca Bellino û Silvio Luzi ve hatiye kişandin û muzîka wê ji aliyê Nicolo Mulas ve hatiye amadekirin. Fîlm ji aliyê Tfilm ji bo Press TV hatiye çêkirin.

Sahraya Rojava ku cîranê Fas, Cezayîr û Morîtanyayê ye û li kêleka Okyanûsa Atlantîk cî digire, koloniya dawî ya li Afrîkayê ye. Digel ew yek ji welatê li cîhanê ye ku rewşa ewlekariyê pir xerab e, di heman demê de ji aliyê çavkaniyên xwe yên xwezayî û deryayî jî gelek zengîn e.

Piştî vekişîna Îspanyayê ya di 1975’an de Fas erdên Sahrayê dagir kir û gelê wê mecbûr hişt ku an dibin dagirkeriya wê de an jî li derveyê welat bijîn. Ji wê rojê û şûn ve gelê sahrawî di navbera du herêman de hatine parçekirin. Ji bilî kesên li erdên dagirkirî de dijîn, hin kes jî li kampên penaberan ên li Cezayîrê an li “erdeke rizgarkirî” ya biçûk dijîn. Fas di navbera erdên xwe û “erda rizgarkirî” de dîwarekê lêkiriye û vê xetê bi hêza leşkerî, sensorên elektronîk û mayinan zexm kiriye.

Dadgeha Navneteweyî ya Edaletê di 1976’an de biryar girtiye ku mafê Fasê tuneye ku Sahrayê dagir bike. Ji dema dagirkirina Fasê heta niha, Eniya Polîsaryoyê ku tevgera rizgariya gelê sahrawî ye dest bi tekoşînê kiriye.

Em serhildêr in: Sahraya Rojava – 1

Em serhildêr in: Sahraya Rojava – 2

 

Înfowelat

 

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Kolonîzasyon sebeba guherîna avhewayê ye

Ji ber nişteciyên ewrûpî, li bakur û başûrê Amerîkayê 56 milyon xwecî jiyana xwe ji …