Li Gîresûnê êrîşa li hember karkerên kurd

 Li Gîresûnê komeke nîjadperest êrîşê karkerên kurd kirin û gef li wan xwarin. Karkerên kurd ên rastî êrîşê hatin ji ber sebebên ewlehiyê nikarin ji şantiyeyê derkevin.

Li beldeya Kovanlik a bi ser navçeya Bûlancak a Gîresûnê 13 karkerên kurd ên girêdayê  fîrmayeke taşeron ku avahiya şaredariyê çêdike, rastî êrîşa komekê hatin. Nîjadperestên êrîşkar bi gotina “em nahêlin kurd li vir bijîn” gef li karkeran xwarin û çêrî wan kirin. Ji karkerên kurd Sabah Tûrgay da zanîn ku roja 6’ê Tîrmehê komeke mirov ku di destê wan de ço hebûn hatine avahiya wan û bi gotinên wekî  “Em nahêlin li vir bi kurdî bê axaftin. Li vir cî ji kurdan re tune ye. Demildest ji bir biçin. Em ê kurdan qebûl nekin” gefan li wan xwarine û heqaret kirine.

Karkerê agahîdêr got ku ji ber vê bûyerê ew ketine hundirê avahiyê û fermandariya cendirmeyan a li beldeyê agahdar kirine. Tûrgay diyar kir ku ji ber ku cendirme nehatine ew çûne navçeyê û paşê dîsa ji bo karê xwe vegeriyane ciyê xwe.  Karker Tûrgay pê de çû û got ku komên êrîşkar roja din jî li dora avahiyê geriyane  û êdî ewlehiya wan a jiyanê nemaye.

Li gorî agahiyên hatin wergirtin, BDP jî dest avêtiye vê mijarê û cîgirên serokê partiyê Îdrîs Balûken û Perwîn Bûldan wê bi armanca ewlehiya jiyanê yên karkeran, Waliyê Gîresûnê agahdar bikin.

Çavkanî: DİHA

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …