‘Em destûr nadin mîmariya Osmanî’

Nûnerên saziyên civakî plana Bajarê Bîblo ya Serokwezîr Ahmet Davutoglu ku duh ji bo Sûrê got rexnek kir. Nûneran, diyar kirin ku ev plana Osmanî ye û destûr nadin vê plana Osmaniyan.
Li navçeya Sûrê 124 rojin di bin dorpêç û dagirkeriya hêzên dewletê de ye. Hêzên dewletê Sûrê xera dikin û li gorî plana nû ya AKP’ê hewl didin bajarekî li gorî xw-e ava bikin. Li navçeya Sûrê ku Lijneyea Wezîran biryara Îslîmlaqkirinê girt, hêzên dewletê warên dîrokî xera dikin û destûr nadin welatî vegerin mal û taxên xwe. Hêj dorpêç bi dnawî nebûyue duh Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu hat li Sûrê Nimêja Înê kir û der barê planên li Sûrê de axivî. Davutoglu duh diyar kir ku ew dê bajarekî Bîlbo ava bikin. Saziyên sivîl ên civakî bertek nîşanî daxuyaniya Serokwezîr Ahmet Davutoglu da û diyar kirin ku ew dê destûr nedin plana hikûmetê û Serokwezîr Davutoglu.

Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Racî Bîlîcî, diyar kir ku daxuyanî û plana Davutoglu berdewama plana înkar û îmhayê ya dewletê ye. Bilici, da zanîn ku ev dagirkerî li dijî zagonê ye û ew dê destûr nadin vê yekê.

‘Divê gel jî beşdarî biryarê bibin’

Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê Ahmet Sayar, anî ziman ku ger biryarên ji bo fêda Sûrê bin ew ne li dijin, lê biryarên li dijî berjewendiyên Sûrê bin ew jî li dijî van biryaran in û wiha got: “Ger ku dê jiyana mirovên Sûrê û dîroka Sûrê zerar nebîne, ne pirsgirêk e, lê ger ku dîrok û mirovên Sûrê zerar bibîne em dê li dijî vê biryarê derkevin. Davutoglu, dibêje bêyî riza mirovan û biryara UNESCO gav nayê avêtin. Lê li vir îradeya mirovan li ber çavan nayê girtin. Divê biryara gelê herêmê û daxwaza gelê herêmê esas bê girtin. Ji ber ku kolan hatine qedexekirin em nizanin li wir çi dibe.”

Hevserokê Odeya Mîmaran Şerefxan Aydin jî anî ziman ku dîroka Sûrê ya 7 hezar salan heye û wiha got: “Avahiyên ku nû bên avakirin dê li gorî mîmariya Osmanî û Selçukîyan bê kirin. Dixwazin li gorî plana Osmanî mîmarê pêş bixin. Dixwazin çand û dîroka Osmaniyan ji nûve zindî bikin. Ev nayê pejirandin.”

‘Divê riza gelê herêmê esas bê girtin’

Aydin destnîşan kir ku avakirina bê kirin ger ku ne li gorî daxwaz û riza mirovan be, dê zerarê bide mîmarî, çand û dîroka Sûrê û wiha got: “Dema Davutoglu îstîmlaq kir destûr ji gel xwest. Ev biryar, biryara desteserkirinê ye. Dê bi vê planê gelê herêmê ji wir sirgûn bikin. Dibêjin em gelê herêmê ji wir dernaxin. Ev ji bo bertekên gel tune bike ye.

‘Ne Osmanî kurd li vir dijîn

Serokê Odeya Endezyarên Derdorê ya Amedê Recep Seykan jî anî ziman ku Osmanî li vir najîn û wiha got: “Li Sûrê Kurd dijîn. Ji ber vê yekê divê ne li gorî Osmaniyan, li gorî daxwaza kurdan plan bê amadekirin.

Jêder: DIHA

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Em hemû nîvco ne

Hevpeyvîn: Ronî Riha Sibeyekî dema diçûm dibistanê, li ber çavên min hema du sê mêtro …