Em çima ne pîşesaz in?

Ehmed Pelda

Me zanîn, ezmun û tecrûbeyên xwe yên welatê xwe, mîrateya kalûbavan di jiyana modern de bikar neanî. An jî me çanda gelê xwe sêwî hîşt û xwe radestî çandeke din, civateke din û jiyaneke din kir.

Em civateke rêncber in. Pîşesazî layîqî me ye. Û em dikarin vî gewherî zeft bikin. Wekî tê zanîn warê kurdan rengîn e. Çiyayên bilind, gelî û newalên kûr, deştên bêsînor, avzêyên çem û rûbaran kar û barekî hêja û girîng daye ser milê me kurdan. Ji bo her cûre sewalvaniyê cih û warên zengîn hene. Her wiha ji bo çandiniya dexl û dan, bax û bostan û dar û beran jî derfetên bêhempa hene.

Deşt û zozan

Kal û bavên me jîr û jêhatî bûn. Bi destekî di navbera deşt û zozan de koç kirine û xwedîkirina sewalan re şev û roja xwe derbas kirine. Bi destekê jî di nav zevî, bax û bostanan de keda dest û milan dane, xwêdana eniya xwe rijandine.

Jiyaneke du bineyî her gav bûye warê bicihbûnê. Geh konên zozanan, geh jî xaniyên gund li gor demsalan malovanî kiriye. Amûr û alavên her malê li gor xebatên zemîn û zeman ji hev cuda ne. Ji bo gund, zeviyan, bax û bostanan alav û amûrên cihêreng, cur bi cur ji hesinan, ji daran, ji bafunan, ji sîman û hwd. hatine çêkirin ku wek hewcedariyên çandiniyê, cotkariyê xizmet dikin. Li hêla din jî ji bo pez dotinê, çêkirina mast, rûn, toraq, penêr û dîsa karê pezbirînê hilgirtina hiriyê, şûştin, zuhakirin, şehkirin wê di ber re çêkirina kulavan, nivînan, rêstandin û darxistina tevnan, çêkirina xalîçe, carcim, kilîm û hwd. Bi jin û zarok, keç û xort, kal û pîr ango her kes li gor xwe beşdarî kar û xebatan dibin, wek beşek hilberînê mijûlahiya xwe pêşkêş dikin.

Civaka me xebatkar bû

Civata me çawa li gor rengînî û cudahiya zemîn û erdê Kurdistanê karê xwe beş dike, li gor demsalan jî par ve dike. Çawa biharê dest bi karê nû tê kirin, ango ji tov reşandinê,  ji çandina fîdanan, ji derxistin û çêrandina karik û berxikan jiyaneke nû dest pê dike, mal, xanî, kon jî tên sererastkirin.

Havînê tov û berhemên reşandî êdî gîhîştine, simbilên genim seridîne û bûne ber ku tê çandin, zevî tên çinîn, mal tê komkirin, berhem tê têkûz kirin.

Payîzê mal û berhemên çêkirî tên barkirin, hilberîn tê parvekirin, nivgeh, tewle, gom tên sazkirin, kadîn tên tijekirin, gîha tê lodkirin, rez tê civandin…

Zivistanê pez û dewar tê xweyîkirin, civat kom dibin, hal û naxil, sohbet û gotin, galegal û kêfxweşî, çîrok û cefen, dawet û govend çêdibin. Bi stran, gotin, serpêhatî û dersdayînê her kes xwe bi awayekî perwerde dike.

Tecrûbeya pêşiyên me

Niha em vegerin û jiyana kalûbavên xwe ji nû ve raçav bikin. Hem zeman û hem zemîn xebatê me dide kirin ku hem jî kar û barê kompleks, tevlihev û cihêreng e. Ev rewş me ji şert û mercên gelên dereke an jî hawirdor cudatir dike. Merivên me ji yên çolê cudatir in. Û her wiha ji yên koçber, ên tenê li deştan, ên tenê li bajaran, ên tenê bazirganiyê dikin jî, cudatir in. Gelê me çerxê û niçik û nikulên çerxê dizane, tevnê û darxistina xalîçeyan, sazkirina dem û dezgehan hîn bûye, dartraşî û hesinkariyê dike. Komkirin û bicihkirina bar û berheman hîn bûye. Ga û hespan ji bo bar û siwarbûnê bi kar tîne. Cot, gîsin û dezgehên dartraşî û hesinkariyê ava kiriye. Ev hemû hêmanên sazkirina kargeh û karxanayên pîşesaziyê ne. Civata me civateke xebatkar e. Û her beş jî li gor şert û mercên xwe beşdarî xebatan dibe. Zarok, jin, mêr, xort, keç, kal û pîr her yek li gorî şert û mercên xwe beşdarî kar dibin. Yek jî li derveyî şixul nîne. Bi vî awayî jî teşeyê pîşesaziyê bi çanda xwe ya hewce ye, li ber çavê me amade ye.

Zanîna bavûkalan berhewa bû

Lê mixabin em vê gavê ji vê rastiyê dûr in. Beramberî ku em niha li bajaran jî zêde ne û ji bo me derfetên xwe pêşkêş kirine jî hewla me ya destpêkirina pîşesaziyê nîn e. Her çiqasî sermayedarên me yên xwedî fabrîke hene jî ne bes e. Ji ber ku zengîniya wan takekesî ye. Ya pêwîst cîvakîbûyîna gel, aborî, sermaye û karûxebatê ye. Her wiha xeta ji çandiniyê, cotkariyê û sewalvaniyê ya li deşt, zozan û çiyayan xwe negihandiye bajar ku bi riya kurd û kurdewariyê be. Me zanîn, ezmun û tecrûbeyên xwe yên welatê xwe, mîrateya kalûbavan di jiyana modern de bikar neanî. An jî me çanda gelê xwe sêwî hîşt û xwe radestî çandeke din, civateke din û jiyaneke din kir.

——————-

Gotar di 26.07.2021’an de di rojnemaya Xwebûnê de hatiye weşandin.

About infowelat.com

Check Also

Hewraman ket lîsteya UNESCO’yê

Herêma Hewraman a Rojhilatê Kurdistanê ku di nav sînorên fermî yên Îranê de dimîne, ket …