ELN û pêvajoya aştiyê ya li Kolombiyayê

 

 

Koma Krîzê ya Navneteweyî (International Crisis Group) li ser pêdiviya meşandina aştiyê bi Artêşa Rizgariya Neteweyî (ELN) re raporekê weşand. Di raporê de hat eşkerekirin ku divê bi riya beşdariya ELN’ê firsenda dîrokî ya ji bo aştiya li Kolombiyayê ji dest neçe.

Koma Krîzê ya Navneteweyî di Rapora Amerîkaya Latîn a ku di 26’ê Sibatê de weşand diyar kir ku divê pêvajoya ku hevdîtinên di navbera Hikumeta Kolombiyayê û Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) dike ku bigihîje encamekê, divê bi hêza duyemîn a çekdar a serhildêr re jî hevdîtin dest pê bikin.

Di raporê de hat destnîşankirin ku ELN bi endustriya petrolê ya li Araucayê ku navenda wê ye, aboriya xwe xurt dike û di heman demê de ji bo kontrola qadên madenê yên li Choco û ciyên din têkoşînê dimeşîne. Raporê diyar kir ku ji ber hêza wê ya polîtîk û civakî û ciyê wê yê stratejîk ku nêzîkê sînorê Venezezûelayê ye, ELN dikare li dijî dewletê di ber xwe bide. Ji ber van sebeban, raporê nîşan da ku êrîşeke li dijî navendên gerîlayên ELN’ê nekare bi ser keve û ji ber hêzên rêxistinê yên belavbûyî wê hemû hezên ELN’ê di encama êrîşeke wiha de bibin hêzên otonom.

Bandera ELN_2

Tawsiyeyên koma krîzê

Di dawiya raporê de Koma Krîzê ya Navneteweyî ji hikumetê û ELN’ê re hin tawsiyeyan pêşkêş kir. Hin ji van tawsiyeyan ev in:

– Divê ELN qebûl bike ku wê muzakere li ser bidawîkirina pevçûnê bisekine û reformên siyasî, aborî û civakî wê di pêvajoya piştî peymana aştiyê cî bigirin.

– Divê hikumet ELN’ê wekî partnereke muzakereyê ya wekhev a wekî FARC’ê qebûl bike.

– Divê di rojev û metodolojiya muzakereyan de van hêmanan cî bigirin:

a) Mijarên baş hatine terîfkirin ên di derbarê bikaranîna çavkaniyên xwezayî de. Nîqaşa  berfireh a li ser bikaranîna madenan divê piştî bidawîkirina pevçûnê were rojevê;

 b) Mijarên wekî edaleta dema derbasbûna aştiyê, beşdariya polîtîk, dawîlêanîna xebata gerîla û çekberdana wan, jinûveentegrasyon û mijarên ji bo bidawîkirina pevçûnê ku di muzakereyên li Havanayê bi FARC’ê re hatine meşandin hatine rojevê, divê li vir jî li ser bê sekinandin;

c) Planeke afirîner a ji bo beşdariya polîtîk a sivîl. Lidarxistina çalakiyên wekî forumên bi pêvajoya Havanayê ya bi FARC’ê re têkildar ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî û Zanîngeha Neteweyî ya Kolombiyayê ve dihatin birêxstinkirin.

Çavkanî: Crisisgroup.org

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …