ELEN Civîna Giştî ya 2015’an li dar xist

 

 

 

Civîna Giştî ya Tevna Wekheviya Ziman a Ewropa (ELEN) di navbera 10 û 11’yê Cotmehê de li paytexta Romanya Bukreşê hat lidarxistin. Civîna giştî bang li Fransayê kir ku statuya fermî bide zimanên di xetereyê de. Herwiha civînê bang li welatên ku arman lê dijîn  kir ku statuya fermî ya zimanê armanî qebûl bikin û vî zimanî têkeve bin parastina hiqûqî ya Peymana Ewropî ya Zimanên Herêmî û Kêmar.

Gelek delegeyên ku rêxistinên zimanên kêm tên bikaranîn ên Ewropayê temsîl dikirin di civîna ku mazûvaniya wê ji aliyê Konseya Arman dihat kirin ciyê xwe girtin. Di civînê de gelek mijarên girîng ên bandorê li ser ziman û xebatên ELEN’ê dikir hatin nîqaşkirin.

Serokê Konseya Arman Nicolas Caracota di civînê de got ku “yek ji mijarê civîna giştî ya rêxistinê rewşa gelê arman e ku li çend dewletên Ewropayê rastî gelek dijwariyan tên.” Caracota diyar kir ku arman li Romanyayê nayên naskirin û di warê perwerdeya bi zimanê armanî de gelek kêmasî hene. Rêxistinên arman ên ji Sirbîstan, Makedonya, Bulgarîstan, Albanya û Yewnanîstanê jî di civîna giştî de ciyên xwe girtin û di derbarê rewşa ziman de agahî dan.

elen_assmbly

Di civînê de gelek mijar ji aliyê beşdaran ve hatin pêşkêşkirin. Mijarên hatin pêşkirin ev in: Standardên hiqûqî yên ji bo mafên ziman, Rapora ELEN’ê ya ji bo Neteweyên Yekbûyî ya li ser cûdaxwaziya dewleta îspanyol, xebatên ELEN’ê yên bi Konseya Ewropayê, Parlamanto Ewropayê û Komîsyon Yekitiya Ewropayê re.

Ji bilî van mijaran, di civîna giştî de li ser xwepêşandanên wê di 24’ê Cotmehê de ji bo mafên ziman ên li Fransayê bên lidarxistin, mafê perwerdeya bi galîkî ya li Skotlandê, destekirina zimanên îrlandî û galî, li Romanya û Slovakyayê teşwîqkirina macarî û Projeya Cihêrengiyê ya Ziman a Dîjîtal a ELEN’ê jî hatin nîqaşkirin.  Herwiha civîna giştî li ser pêşketinên dawî ya di warê rewşa ziman ên li Katalonya, Galîsya û Astûriyasê ku her sê jî herêmên xweser ên Îspanyayê ne sekinî.

Di dawiya civîna giştî de du deklerasyon hatin qebûlkirin. Bi deklerasyona yekemîn bang hat kirin ku statuya fermî ya zimanê armanî bê qebûlkirin û vî zimanê bi kez di bin parastina hiqûqî ya Peymana Ewropî ya Zimanên Herêmî û Kêmar de bê bicîkirin.

Bi deklerasyona duyemîn jî bang li Fransayê hat kirin ku ziman û çandên cuda yên welat bi awayekî hiqûqî qebûl bike û derfetên hebûn û pêşketinê bide wan.

ELEN rêxistineke sivîl a navneteweyî ye ku ji bo destekirin, parastin û vejîna zimanên tên kêm têb bikaranîn ên Ewropayê xebatê dike. Saziyên 44 zimanên ku li 18 dewletên Ewropayê tên bikaranîn di rêxistinê de tên temsîlkirin.

Înfowelat

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Gal perwerdeya bi zimanê dayîkê nîqaş dike

Hikumeta Welatê Galê wê çend meh paşê pêşnûmaya Qanûna Perwerdeya Galî pêşkêşî parlamentoya herêmî bike. …