EFA: Mîrateya çandî ya Amedê biparêzin

Serokê EFA’yê (Hevgirtina Azad a Ewropî) François Alfonsi di derbarê hilweşîna li Sûrê ya li Amedê de ji Komîteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO’yê re nameyekê şand. Alfonsi di nameya xwe ya 7’ê Hezîranê de ji rêxistinê xwest ku Keleya Amedê û Baxçeyên Hewselê têxe nava lîsteya Mîrateya Cîhanê ya di Xetereyê de.

Alfonsi diyar kir ji ber hilweşîna giran a li Sûrê, di çarçoveya xala 11 (4) a Konvansiyona Parastina Mîrateya Çandî û Xwezayî ya Cîhanê de divê Sûr têkeve nava lîsteya Mîrateya Cîhanê ya di Xetereyê de. Herwiha Alfonsi ji Komîteya Mîrateya Cîhanê daxwaz kir ku pisporên rapora Sûrê amade kirine divê ji bo beşdariya civîna komîteyê ku wê di 10-20’ê Tîrmehê de li Stenbolê bê lidarxistin, bên vexwendin.

Amed/Diyarbekir bi tenê salekê berê ketibû lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO’yê. Lê çend piştî vê demê, di encama operasyonên hêzên çekdar ên Tirkiyeyê yên dijî çekdarên kurd de gelek berhemên dîrokî hatibûn hilweşandin.

Înfowelat

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Em hemû nîvco ne

Hevpeyvîn: Ronî Riha Sibeyekî dema diçûm dibistanê, li ber çavên min hema du sê mêtro …