EDEBÎYATA MODERN A KURDÎ HAT WEŞANDIN


Pirtûka dijîtal li ser edebiyata kurdî modern ku ji aliyê nivîskar Cîhan Roj hatiye nivîsandin, li ser înternetê hat weşandin. Pirtûk ji pexşan û hevpeyvînan pêk tê ku hîn ji wan di kovar û malperan de hatine weşandin. Nivîsên mayî jî ji aliyê nivîskar nû hatine nivîsandin.

Di pirtûka dîjîtal de pênc hevpeyvîn û 37 nivîs cî digirin. Yek ji nivîsan di derbarê Mehmed Uzun de ye ku li ser banga sed xwendevanî hatiye nivîsîn. Di bangê de ji nivîskaran hêvî dihat kirin da ku li ser berhemên hev binivîsin.

Nivîskar di sala 1993 an de dest bi nivîsê kiriye. Nivîsên di pirtûkê de weke şîrove û dîtinên di derheqê edebîyata Kurdî de ya di pêvajoyên cihê de ne. Ji nivîsên li ser Nifşê 1990’an heya Konferansa Nivîskaran a Îzmîrê nivîsên cuda bi tevî hin hevpeyîvînên bi nivîskar re hatine kirin di vê berhemê de cî digirin.

Di destpêk û dawiya pirtûkê de ev paragraf hatine nivîsandin:

“Xwezî, aniha, ne weke hêviyekê, weke fotografê edebîyata Kurdî ya roja me, min karibûya gotineke wisa lêkira: Mîna ruhê Gilgamêş bêhizûr, weke Siyabend li pey kuştina felekê. Destpêka sala du hezar û nozdehan.”

Metnên ku bi xwendinê re li hev zêde dibin, metnên ku bi guhdarîkirinê re, bi nihêrînê re, binirxandin, bi gengêşî û mitaleyan re li hev zêde dibin. Metna ku weke dilopeke ji bahrê veqetiyabe û bûbe xunav, carek din, carek dîtir…

Cîhan Roj kî ye?

Cîhan Roj

Nivîskar, di sala 1965 an de, (di qeyda fermî de 1964) li gundê Înaqa Gimgimê ya li ser Mûşê tê dinyayê.

Roj, dibistana seretayî li gund, ya navîn û lîse li Gimgimê xwendiye. Despêka bi kurmancî nivîsîna wî 1993’ye. Di heman salê de helbest û çîrokên wî têne weşandin. Di salên du hezarî de ew hinek termên matematîgê diafirîne û ji Enstituyê re bi rê dike. Ew xebat di sala du hezar û şeşan de di Azadiya Welat de tê weşandin. Nivîskar ji sala 1993 yan heya sala 1997 an li Mêrdînê, li sendîkaya kedkarên qada perwerdehiyê, wekî sekreterê perwerdehiyê rêveberî dike. Di sala du 2001’ê de bi pêşniyaza wî, li Îzmîrê, ‘Konferansa Nivîskaran’ tê lidarxistin. Li dû konferansê, ew biryar digire û bi tenê bi edebîyatê re mijûl dibe. Dîwana wî ya ewil Ratîka di sala 2002 an de çap dibe.

Di gelek malper, rojname û kovaran de, nivîsên Roj hatine weşandin. Demeke dirêj e di malpera Diyarname‛yê de qunciknivîskariyê dike. Heya niha sisê jê helbest, sisê jê çîrok, heft jê roman çardeh berhemên wî hatine weşandin. Romana wî‚ Perde bi navê Mahrumbi Tirkî hatiye weşandin. Bi tevlî pirtûkek a derheqê Cîgerxwîn de hatî weşandin, di pirtûka bi navê Kawayê Min de û di pirtûka kurteçîrokan a ji hêla Şaredariya Amedê ve hatiye çapkirin de ew jî yek ji nivîskaran bû.

Ji bo daxistina vê berhemê ji kerema xwe re bitikînin!

Înfowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Sefîrên Çandî wê zimanê galî biparêzin

Hukumeta Galê bi mebesta teşwîqkirina axaftina ziman pengavekê da destpêkirin. Hukumetê dixwaze bi riya “sefîrên …