Durzî xweseriya xwe îlan kirin

 

 

 

Durziyên li başûrê Suriyeyê dijîn xweseriya xwe îlan kirin. Vê îlanê piştî êrîşa li dijî nûnerên durzî ya çend roj berê pêk hat.

Welatiyên durzî yên li bajarê Siwêda dijîn di 6’ê Îlonê de xweseriya xwe îlan kirin. Di daxuyaniya nivîskî ya xweseriyê de ku li ser navê Rîcal El-Kerema hat kirin, hat diyarkirin ku herêma Ereban a Siwêdayê ji îro pê ve herêmeke rizgarkiriye. Ligel vê, hat destnîşankirin ku wezîrê demî yê xweseriya durziyan wê hêzeke parastinê yê herêmê pêk bîne û hêzên rejîmê ji herêmê derxe.

Di 4’ê Îlonê de li dijî şêxeke naskirî yê bê navê Wehîd El-Belûs êrîşekê pêk hatibû û di vê êrîşê de 7 kes hatibûn kuştin. Nûnerên durzî yên li herêmê ji ber vê bûyerê hêzên rejîma Şamê sûcdar kiribûn.

Ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê ûheta niha gelê durzî ji ber tirsa pêşcveçûna rêxistinên îslamî yên radîkal, bi gelemperî ligel rejîma Şamê cî girtibûn.

Durzî komeke etnoolî ne û bi zimanê erebî diaxivin. Nifûsa durziyan bi giranî di navbera Sûriye, Libnan û Ûrdunê de belav bûye. Tê texmînkirin nifûsa wan a li Sûriyeyê di navbera 500 û 800 hezarî de ye.

înfowelat

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …