Durzî netew-dewletê qebûl nakin

Piraniya netew-dewletên li Rojhilata Navîn di krîzê de ne. Li aliyekî din jî dewleteke din bi awayekî fermî dixwaze bibe netew-dewletekê. Îsraîl bi qanûneke nû kurtedemek berê diyar kiribû ku ew dewleta cihûyan e. Ev gav di serî de ereban, durziyên li welat aciz dike. Durziyên bi fikar vê hefteye ketin nava tevgerê û tirs û fikarên xwe anîn ziman.

Bajarê Tel-Avîv roja şemiyê bû qada xwepêşandana mezin a durziyên îsraîlî. Li derdora 90 hezar welatiyên durzî û dostên wan Qanûna Netew-Dewletê protesto kirin û gotin “em wekheviyê dixwazin”.

Serokê olî yê civaka durzî Şêx Mowafaq Tarif di xwepêşandanê de diyar kir ku heta aniha wan nasnameya cihû ya dewletê protesto nekirine. Tarif wiha dom kir: “Tu kes nikare fidakariyê fêrî me bike û tu kes nikare sedeqatê fêrî me bike. Goristanên leşkerî û bi sedan leşkerên hatine kuştin şahidiya vê dike. Digel sedeqata me, dewlet me wekhev nabîne”.

Şaredarê Tel-Avîvê Ron Huldaî jî ji xwepêşandanan re diyar kir ku beriya Qanûna Netew-Dewletê Îsraîl cihû bû û demokratîk bû. Huldaî wiha axivî: “Qanûn di vê forma xwe de hemû welatiyan wekhev nabîne û naveroka konsepta îsraîlîbûnê vala dike”.

Protestoyên li welat di heman demê de li bajarên ereb ku di nava wan de Saknîn, Mecd el-Kurum, Baka, Tîra, Rahat, Jajulya, Kfar Kana, Wadî Ara û herwiha li Hayfayê jî hatin lidarxistin..

Di sibeha roja şemiyê de, Komîserê Bilind ê Mafên Kêmaran ê Neteweyên Yekbûyî Dr. Fernand de Varennes da xuyakirin ku piştî daxwaznameyên hin welatiyên ereb gihiştiye ber destê komîseriyê, wan li ser vê qanûnê lêpirsînê dane destpêkirin.

Durziyên Îsraîlê                                                

Durzî welatiyên erebîaxêv ên Îsraîlê ne û nifûsa wan li vî welatî li derdora 140 hezar e. Ev hejmar dike ji % 2’yê nifûsa welat. Piraniya vê hejmarê li bakurê welat dijî. Di şerê navxweyî ya di navbera fîlîstînî û cihûyan ya di salên 1947-48’an de li ser biryara rêberên wan, civaka durzî bêalîtiya xwe îlan kir. Di pêvajoya şer de bi bi giranî durzî vê biryarê pêk anîn. Lê piştî dawiya vê pêvajoyê de û bi taybetî piştî damezrandina dewleta Îsraîlê ya di 1948’an de durziyên li welat bi rêberiya dewletê re hevkariyê kirin û bûn hevalbendê civaka cihû.

Welatiyên durzî di Artêşa Îsraîlê xwedî hebûneke berbiçav in. Herwiha di polîtîkayê de jî ciyeke wan ê taybet heye. Di dema aniha de pênc wekîlên durzî di Parlamentoya Îsraîlê Knessetê de hilbijêrên xwe temsîl dikin.

Înfowelat

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Sîstema fransî pêşî li pêşniyazqanûna Macron girt

Konseya Destûra Bingehîn a Fransayê ji yekan sêyê vê belgeyê ango ji 35 xalên ji …