Dr.Îbrahîm Muslîm: Xebatek taybet bo penaberên kurd pêwîst e

Salên 90’î li bakur bi pêvajoya hilweşandina gundan û zextên gelek mezin ên li dijî sivîlan tê naskirin. Di van salan de hejmara başûriyan jî ewqas zede bû ku hin ji wan li kolanên Atînayê radizan. Wê demê pergaleke ji bo penaberan li vî welatî tunebû. Lewma kampên ku penaber bikaribin ji bo demekê lê bimînin hîn nehatibûn amadekirin.

Kurdên ku ji zilmê û ji ber mercên xerab ên jiyanê direvin, herdem kom bi kom sînorên çem û deryayî yên di navbera Tirkiye û Yewnanîstanê derbas dikin. Bi hezaran koçberên kurd li kampên ku mercên derveyî însanî lê serdest in tên girtin û bi hezaran koçberên din jî paytext Atînayê ji xwe re stargeh dibînin û tên vî bajarî. Ev koça dawî xwedî taybetiyeke ku ji koçên berê cudatir e. Koçên di salên 1990’î de bi giranî ji hin parçeyên Kurdistanê bûn û piştî pêvajoyekê kêm dibû an disekinî. Mixabin koça aniha ji her çar parçeyên Kurdistanê ye û tu îşaretên ku wê ev koç kêm bibe xuya nakin. Me rewşa vê koçberiya salên dawî bi Dr. Îbrahîm Muslîm re axivî. Muslîm, nûnerê PYD’ê yê li Atînayê ye û dîplomasiya Rojava li hemû welatên Balkan temsîl dike. Wî di dema Yûgoslavyaya kevn de Beşa Tibê ya Zanîngeha Belgradê kuta kiriye û piştî serxwebûna Sirbîstanê, îcar li vî welatî enformasyon û dîplomasiya tevgera kurd a bakur meşandiye. Muslîm, ligel xebatên xwe yên dîplomasiya kurd, li nexweşxaneyeke li Atînayê xizmeta xwe ya doktoriyê dimeşîne.

Koça kurdan ber bi Ewrûpayê ve

Dr. Muslîm demeke dirêje li Atînayê dimîne û lewma li ser pêvajoya dirêj a koça penaberên kurd xwedî agahî ye. Ew koça kurdan a ber bi Ewrûpayê ve dem bi dem ji hev vediqetîne û van agahiyan dide: “Koça ji welat ber bi Ewrûpa girêdayê deman diguhere. Di salên 1994-96’an de koçber herî zêde ji bakur û başûrê welat dihatin. Salên 90’î li bakur bi pêvajoya hilweşandina gundan û zextên gelek mezin ên li dijî sivîlan tê naskirin. Di van salan de hejmara başûriyan jî ewqas zede bû ku hin ji wan li kolanên Atînayê radizan. Wê demê pergaleke ji bo penaberan li vî welatî tunebû. Lewma kampên ku penaber bikaribin ji bo demekê lê bimînin hîn nehatibûn amadekirin. Me li vir bi derfetên tevgera kurd du sê kamp avakirin û gelek penaberên li kolanan li wir bi cî kirin. Kurdên rojava jî wê demê dihatin vir lê ew bi giranî penaberên aboriyê bûn.”

Dr. Îbrahîm Muslîm

Li ser pirsekê ku rêxistinên kurd ne xwedî polîtîkayeke taybet a ji bo penaberên kurd in, Dr. Mislîm wiha diaxive: “Di salên 1990’î de tevgera kurd xwedî polîtîkayeke penaberên ji bakur bû. Tevger nedixwest penaber terka welat bikin û ji bo kesên hatine vir vegerin welat komîteyek damezrandibû. Ev komîte li dijî kaçaxçiyan jî xebat dimeşand û pirî caran nedihiştin ew bi hêsanî penaberên bakur bişînin welatên din ên Ewrûpayê. Helbet mirov nikare bêje di encama vê xebatê de gelek penaber vegeriyan welat. Ji ber ku hejmareke zêde ji wan li Tirkiyeyê dihatin darizandin an mercên wan ên vegerê tunebûn. Lê dîsa jî em dikarin bêjin hinek penaber hatin qanihkirin û ew vegeriyan welat.“

Muslîm dide zanîn ku di vê pêvajoyê de demeke taybet heye ku gelek kurdên li Yûnanîstanê vegeriyane welat. Muslîm di vî warî de wiha diaxive: “Di salên 2009’an de li Yewnanîstanê krîza aboriyê dest pê kir û di encama vê de hema hema hemû penaberên ji Rojavayê welat paş de vegeriyan. Wê demê penaberên li vî welatî bi giranî kurdên me yên ji Rojava bûn. Gelek rojavayî bi pereyên li vir qezenckiribûn li welat û li bajarên mezin ên Sûriyeyê ji xwe re milk kirîn an dikan vekirin.“

Li gorî Muslîm, di warê penabertiya kurdan de rewşa herî baş a bakur di dema pêvajoya aştiyê de pêk hatiye. Di salên 2000-2015’an de koça penaberên kurd gelek kêm bûye heta hema hema sekinî ye. Mixabin piştî destpêkirina şer a di sala 2015’an de ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê koçeke mezin a kurdan a ber bi Yûnanîstanê ve dest pê kiriye.

Dîmenek ji Qamishlo

Sebebên koça ji Rojava

Li ser pirsên ku sebebên koça kurdên Rojava çi ne, Mislîm van agahiyan dide: “Herçiqas sebebên koça dawî ya Rojava bêtir bi aboriyê ve tê girêdayîn jî di vir de faktorên siyasî rolekê dilîze. Hinek derdorên siyasî yên li Rojava rêvebiriyê reş dikin û bi vî awayî li ser beşeke nifûsê tesîreke neyênî dihêlin. Herwiha, dewleta tirk propagandayeke reş a li dijî rêvebiriya Rojava dimeşîne. ENKS’ê jî koça ber bi başûr ve teşwîq dike; ji ber ku aniha tekane sînorê kesên koç dikin tê re derbas bin sînorê Başûrê Kurdistanê ye. Kaçaxçî kesên dixwazin koç bikin bi erzanî derbasî Başûr dikin û paşê ji wir jî hinekên din ew derbasî Tirkiyeyê dikin.“

“Li aliyekî din, şerê li bajarên mezin ên Sûriyeyê jî xwedî tesîre li ser vê koçê. Di encama şer de kurdên Şamê, Helebê û Reqayê mecbûr man bi tevahî warên xwe vala bikin. Kesên ji van bajaran koç kirin bi giranî derbasî Ewrûpayê bûn. Heta gelek kurdên Kurdistana Rojava yên li Bêrûdê tevlî vê karwana koçê bûn. Ev koça dawî ya ji bajarên mezin kir ku hejmara koçberên ji Rojava yên Yûnanîstanê ji hemû kurdên ji parçeyên din zêdetir be.“

Mercên jiyanê li Rojava

Bêguman mercên jiyana civakî-aborî faktorên girîng in ji bo mezinbûna koça ber bi derve de. Qasî ji derve mirov li mijarê dinêre, Rojava herêmeke ku hîn nû şer li dûv xwe hiştiye û lewma şert û mercên jiyanê li wir ne di asteke baş de ye. Di vî warî de Dr. Îbrahîm Mislîm cihê difikire û wiha diaxive:

“Mirov dikare bi hêsanî bêje ku mercên jiyanê yên li Rojava û bi giştî jî li bakurê Sûriyeyê ji erdên di destê rejîma Şamê de baştir e. Aniha şer li herêmên di destê rêvebiriya me de bi tevahî sekinî ye û aramî heye. Ji xwe li gelek bajarên kurdan ên wekî Qamişlo, Amûdê, Dêrik û Tirbespiyê şer pêk nehat.“

“Ji aliyê aboriyê ve rewşa gelê di bin rêvebiriya xweser de dijîn ji aliyê din ên Sûriyeyê çêtir e. Meaşê rêvebiriya xweser du qatê yên hikumeta navendî ye û li herêmên di destê rêvebiriya me de kar dikare bê dîtin. Di ser de jî li cem me jiyan ji aliyên din ên Sûriyeyê erzantir e û ev jiyana civakî û aborî baştir dike.“

Penaberên Rojava yên piştî êrîşa penaberên ereb ji kampa Moria koç dikin

Muslîm diyar dike ku rêvebiriya Rojava hay ji meseleya koça ber bi derve de heye û ji bo vê gav bi gav hin tedbîran digire. Muslîm gotinên xwe wiha didomûne:  “Bi armanca teşwîqkirina zimanê kurdî û pêkanîna derfetên kar ji bo gelê kurd rêvebiriya Rojava hin tedbîran di qada perwerdeyê de girtiye. Di çarçoveya reforma perwerdeyê de kesên piştî lîseyê eger bixwazin bi kurdî perwerdeya xwe bidomînin dikarin di salekê de dîplomaya xwe bistînin û paşê ji xwe re kar bibînin. Ji bo kesên dixwazin bi erebî perwerdeya xwe bidomînin ev dem du sal e.“

“Tedbîreke din a ji bo pêşîlêgirtina kêmbûna nifûsa kurdan qedexeya firotana milkan e. Li gorî biryara hikumeta xweser, li ser erdên girêdayê wê tu kes nikare milkên xwe bifroşe û ev jî sebebeke ku koça ber bi derve de kêm bibe.“

Pêdiviya xebata bo penaberên kurd

Dr.Îbrahîm Muslîm dîtina me ya di derbarê tunebûna xebatên ji bo penaberên kurd ên li Yûnanîstanê qebûl dike û di vî warî de qala bêderfetiyan dike. Li gorî Muslîm divê xebateke taybet ji bo penaberên kurd bê kirin. Herwiha Muslîm derbarê xebateke ku difikire di nêzîk de bidin destpêkirin agahî dide û wiha diaxive:

“Derfetên aniha dest nade em dest bavêjin karê penaberên kurd ên li Yûnanîstanê. Ev karê saziyeke xwerû ye ku divê bi tevahî bo penaberan kar bike. Di 2013”an de me li Atînayê komeleyekê ku yek ji qada wê ya xebatê penaber bûn, damezrand. Navê saziya me Hevalbendiya Rewşenbîr û Hunermendên Yewnan ji bo Zarokên Bakurê Sûriyeyê bû. Digel ku hebûna vê saziyê di warê fermî de hîn didome jî zû de xebatek nemeşandiye. Aniha em dixwazin vê saziyê ji nû ve aktîf bikin û xebatên nû bimeşînin. Dema em di vî warî de bi ser bikevin em ê bikaribin balê bikişînin penaberên kurd ên li vî welatî û bikaribin gav bi gav bingeheke ji bo xebata li ser penaberan jî bavêjin.“

Înfowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …